Asê kirin, birîndar kirin paşê ceza kirin 2017-08-04 09:07:39 ŞIRNEX - Dadgeha Cizîrê 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li xwendekarê zanîngehê Enes Aydogan yê di qedexeya derketina kolanan a Cizîrê de asê mabû û birîndar bûbû, birîn. Xwendekarê zanîngehê Enes Aydogan di dema qedexeya derketina kolanan ku di 12'ê Kanûna 2015'an de li Cizîra Şirnexê hatibû îlankirin, li navçeyê asê mabû û birîndar bûbû. Di doza ku Aydogan pê dihat darizandin de biryar hat dayîn. Di danişîna 8'emîn a dozê ku li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê de hat dîtin de ji ber tawanbariya "Endamtiya rêxistina terorî ya çekdar" 7 sal cezayê girtîgehê li Aydogan hat birîn. Paşê heyeta dadgehê heman ceza ji yekê 2 par zêde kirin û derxist 10 sal û 6 mehan. ‘LI CIZÎRÊ ASÊ MAM' Aydogan ku xwendekarê Zanîngeha Kirklareliyê bû, di parêziya xwe ya dadgehê de dest nîşan kir ku beriya qedexe bê îlankirin bi mebesta geştê ew komek xwendekar ji Amedê çûne Cizîrê. Aydogan, diyar kir ku dema ew hatine Cizîrê pevçûn dest pê kirine û ji ber pevçûnan ew li navçeyê asê mane. Aydogan, got ku wan digot qey dê qedexe zû rabe û ji ber vê ew bûne mêvanê cizîriyan. Aydogan, anî ziman ku dema wan dîtiye qedexe dirêj bûye, wan hewl daye ku ji bajêr derkevin û dema ew derketine derve ew bi guleyeke ku nizane ji kîjan aliyî ve hatiye birîndar bûye. ‘TÊKILIYA MIN BI TU RÊXISTINÊ RE TUNE YE' Aydogan, anî ziman ku dema ew birîndar bûye ji ser hişê xwe ve çûye û cizîriyan ew birine malekê û tedawî kirine. Aydogan, got ku dema ew baş bûye dîsa hewl daye ku ji bajêr derkeve. Aydogan, diyar kir ku li bajêr tu nasên wan tune ne û di roja 48'emîn a qedexeyê de li derketina bajêr polîsan ew binçav kiriye. Aydogan, dest nîşan kir ku têkiliya wî bi tu rêxistinê re tune ye û xwest bê tehliyekirin. ‘DI DOSYEYÊ DE TU DELÎL TUNE NE' Parêzera Aydogan, Fîlîz Olmez jî wiha got: "Ji bo kesek wek endamê rêxistinê bê hesibandin divê pêwendiyeke wî ya organîk bi rêxistinê re hebe, weziyeteke wî ya di rêxistinê de hebe û bernavekî wî hebe. Lê belê der barê Aydogan de tu delîl tune ne. Şahidê bi navê Z.A. ku li ser Aydogan îfade daye, di danişînê de diyar kir ku ew Aydogan nas nake û polîsan bi îşkenceyê hin ewraq pê dane îmzekirin û îfadeya xwe bi paş ve kişand." Olmez di parêziya xwe de doza tehliyeya muwekîlê xwe kir. Olmez, dest nîşan kir ku ew ê der barê vî cezayê heyeta dadgehê de serî li Dadgeha Îstinafê bidin.