20 meh in delîlên cinayeta Elçî lêkolîn nekirine 2017-08-04 09:08:44 AMED - Di ser kuştina Tahir Elçi re 20 meh derbas bûn. 3 dozgerên dosyeyê hatin guhertin. Lê hêj di dosyeya lêpirsînê de gumanbar û pêşketin tune. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, anî ziman ku di nav delîlên herî girîng ê dozê de dîmenên kameraya ewlehiyê ya aîdî Mardîn Kebap Evî'yê cih digirin, lê 20 meh in dîmen ji aliyê ATK'ê ve nehatine dahûrandin. Di ser qetilkirina Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçi re 20 meh derbas bûne, lê ne kiryar li holê ne û ne jî pêşketineke berbiçav di dosyeya lêpirsînê de dixuyê. Heta niha 3 dozgerên dosyeyê guherîne û dîmenên ku dê dozê ronî bikin nehatine çareserkirin. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, der barê cinayeta Elçî de pirsên dihaberê bersivandin. Ozmen, dest nîşan kir ku Elçi di temamiya parêzeriya xwe de her tim hewl dida "kiryarên nediyar" zelal bike û li pêyî dîtina kiryaran bû. Ozmen wiha got: "Elçi, gelek cinayet ronî kirin. Lê mixabin ew bû qurbanê kiryarek nediyar." Ozmen, anî ziman ku ji destpêkê heta niha ew Baroya Amedê, dost û hezkiriyên Elçi şopdarê lêpirsînê ne û wiha axivî: "Em her hefte roja înê ji bo Tahir Elçi li ber Edliyeya Amedê doza edaletê dikin. Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê ji ber îxrackirina dozger û dadweran di warê demê de di lêprisîna Elçi de hinek windahî çêbû. Ji Kanûna 2016'an ve dozgereke nû tayînî doyseyê hatiye kirin." ‘TEMAMIYA DOSYEYÊ NEDAN ME' Ozmen wiha domand: "Em tim dibêjin, dosyeya cinayeta Tahir Elçi bi awayekî çalak û lez nayê meşandin. Ji 28'ê Mijdara 2015'an heta niha em di dosyeyê de bi gelek zehmetiyan re rû bi rû man. Ji ber biryara nepen, mixabin heta çend meh berê jî me xwe nedigihand dosyeyê. Li gel daxwazên me yên nivîskî û devkî jî Serdozgerê Komarê û dozgerê lêpirsînê yên wê demê der barê dosyeyê de bi temamî agahî û belge nedidan me. Ya duyemîn me hem li Amedê hem jî li Enqereyê bi Wezareta Dadê û rayedarên wezaretiyê re hevdîtin çêkirin û sozek dabûn me ku dê dosye ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê û Baroya Amedê ve bi awayekî koordîneyî bê meşandin. Lê mixabin ev yek pêk nehat. Em aliyê mexdûr in, lê dîsa jî temamiya dosyeyê bi me re nehat parvekirin." ‘POLÎSÊN DIVIYA GUMANBAR BÛNAN; WEK ŞAHID ÎFADEYÊN WAN HATIN WERGIRTIN' Ozmen, dest nîşan kir ku piştî cinayeta Elçi li cihê bûyerê temamiya delîlan nehatine berhevkirin û bi sifetê şahid îfadeya polîsên li wir hatiye wergirtin. Ozmen got ku ev tişt bandoreke neyînî li dosyeya lêpirsînê kiriye û wiha domand: "Polîsên ku li wir çek bi kar anîn, di warê cinayeta Tahir Elçi de gumanbarên maqûl in. Lê dozgerê ku wê demê lêpirsîn bi rê ve dibir, wek şahid îfadeya tevahiya polîsan wergirtiye. Dema em van îfadeyan lêkolîn dikin, em dibînin ku tu pirseke lêpirsîner ku bûyerê derxîne holê tune ye. Yanî hema bêje îfadeyên wan hemû wek hev in. Ji bilî vê piştî kuştina Elçi bi 15 rojan şûnde di girtenameya bûyerê de nav û îmzeya polîsekî tune ye. Lê belê di dîmenên ku di çapemniyê de xwe dan der me polîsekî ku li wir bû tespît kir. Me ev yek ragihand Serdozgeriya Komarê ya Amedê. Polîsekî ku roja bûyer li wir e, lê di girtenameya bûyerê de navê wî derbas nabe. Me bi dîmenan ev yek pesend kir. Ji bo îfadeyê gazî wî kesî kirin. Bi sifetê şahidiyê îfadeya wî hat wergirtin." ‘NE DIYAR E KU HATIYE LÊKOLÎNKIRIN AN NA' Ozmen, dest nîşan kir ku di nav delîlên herî girîng ên cinayeta Elçi de dîmenên kamereya ewlehiyê yên Mardin Kebap Evî'yê hene, lê belê hîn jî wan ev dîmen temaşe nekirine. Ozmen, got ku wan bi xwe ev dîmen ragihandine dozgeriyê. Ozmen, diyar kir ku hema bêje hindik maye di ser re 20 meh derbas bibin, lê belê hîn jî Saziya Tiba Edlî (ATK) ji bo temaşekirinê formata dîmenên aîdî kamerayên Mardîn Kebap Evî'yê veneguhartine û wiha got: "Saziya Tiba Edlî xetayên hard dîskê û gelek meseleyên wek vê derpêş dike. Em behsa qeydeke vîdeoyî ku 20 meh in nehatiye dahûrandin." Ozmen, diyar kir ku wan daxwaza jêbirîna 17 saniyeyan a qeydên kamerayên polîsan jî kiriye, lê belê heta niha tu bersiv nehatine dayîn û wiha domand: "Me gotibû bila kameraya polîsan û karta wê ji TUBÎTAK an jî saziyeke din re bên şandin, ka tu jêbirin an jî pêlîstineke heye yan ne. Mixabin hîn jî ev daxwaza me bi cih nehatiye. Heta niha tu agahiyeke ku dê ev daxwazên me bi cih bên an neyên jî nehatiye dayîn." ‘DIVÊ TEVAHIYA CIVAKÊ JI BO CINAYETA ELÇÎ DENGÊ XWE BILIDN BIKE' Ozmen, dest nîşan kir ku ronîkirina dosyeya Tahir Elçi tenê ne peywira Baroya Amedê û malbata Elçi ye, peywira hemû civakê ye û wiha bang kir: "Divê hemû civak ji bo ronîkirina cinayeta Elçi dengê xwe bilind bike. Em dixwazin bala wan li ser vê be. Divê her kes bizanibe, heta ku kiryarên Elçi neyên dîtin em tu carî dev ji vê têkoşîna xwe bernedin." ‘DÊ TU KES QEYÛMÊ KU NAVÊ ELÇÎ JÊ BIR BI BÎR NEYÎNE' Li navçeya Şax a Wanê navê Tahir Elçi ji parkê hatibû jêbirin. Ozmen li hemberî vê yekê jî bertek nîşan da û wiha got: "Qeyûmên tayînî şûna serokên şaredariyên ku hatine hilbijartin bûne, navê kesên ku di warê ziman û çanda kurdî de girîng in ji park, kolanan jê dibin û peykerên wan radikin. Ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin û divê bê zanîn em li hemberî vî tiştî ne. Me ji qeyûmê tayînî Şaredariya Şaxê hat kirin pirsî ji bo çi navê Tahir Elçi ji parkê hatiye rakirin. Em ê li gor bersiva ku bê dayîn kirariyan bidin destpêkirin. Wek xulase dixwazim vî tiştî bibêjim, dê heta hetayê navê Tahir Elçi hebe. Lê bawer bikin dê kes wî qeyûmê ku navê Elçi ji parkê rakir bi bîr neyîne." Deniz Tekin - dihaber