Dozger bi daxwaza 15 salan doz li Rojnameger Tolu vekir 2017-08-04 10:23:49 STENBOL - Dozger îdîanameya der barê rojnameger û wergêra ETHA Meşale Tolu de doz vekir û heta15 salan ceza dixwaze. Dozgerê Komarê yê Stenbolê Kenan Zurnaci der barê rojnameger û wergêra ETHA Meşale Tolu ya 3 meh girtî tê darizandin îdîaname temam kir û doz vekir. Dozger bi daxwaza 15 salan ceza doz vekir û îdîaname pêşkêşî 29'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê kir. Heyeta dadgehê îdîaname qebûl kir û dê yekem rûniştina dozê dê di 11-12'ê Cotmehê de li Edliyeya Stenbolê bê dîtin. Tolu di 30'ê Nîsanê de di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin. Tolu piştî 5 rojan di bin çavan de hat girtin li dadgehê hat girtin.