Ma hûn dixwazin biçin parka Yogurtçu? 2017-08-04 11:14:42 STENBOL – Parka Yogurtu ku her roj bi hezaran mirov diçin lê bêhna xwe didin ji 1'ê Tebaxê heta niha di bin dorpêça polîs û tîmên taybet de ye. Piştî HDP’ê li Parka Yogurtçu dest bi Nobeta Wîcdan û Edaletê kir, hemû rêyên diçin parkê hatin girtin. Kesên dixwazin biçin parkê û nobetê ziyaret bikin rastî gelek astengî û pirsan tên. Parka Yogurçu beriya nobeta Wîcdan û Edaletê lê dest pê bike her rojê bi hezaran mirov dihatin ziyaret dikirin. Lê piştî HDP'ê di 1'ê Tebaxê de dest bi Nobeta Wîcdan û Edaletê kir, polîsan hemû rêyên diçin parkê li trafîkê girt û park bi hesin û barikatan dorpêç kir. Kesên dixwazin biçin parkê rastî astengî û xedexeya polîsan tên. Kesê dixwazin biçin parkê û piştgiriyê bidin nobetê jî divê hemû astengiyên li pêş xwe derbas bike û bi dehan pirsên polîsan bibersivîne. Polîsan bi hinceta "ewlehiyê" park ji çûn û hatinê re li welatiyan girtiye û destûr nade kes biçe parkê û nobedaran ziyaret bike. Her rojê bi hezaran kesên dixwazin biçin piştgiriyê bidin nobetê jî rastî astengiya polisan tên. Polîsên ku bi hesin û barîqatan dora parkê pêçaye û park li wekîlên HDP'ê kiriye girtigeha servekirî der û dorê parkê bi maşineyên zirxî yên TOMA akrep û maşîneyên din hatin girtin. DÎWAR DI NAVA DÎWAR DE AVA KIRINE Polîsên ku li dora parkê barîkat û dîwar danîne, li dûrî parkê jî Nokteyên Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) dikin. Kesê dixwazin biçin nobete. Yên di akradîte re derbas nebin dikarin alikariyê ji wekîlên HDP'ê bixwazin. KESÊ 61'EMÎN NIKARIN DERBAS BIBIN Kesê di GBT re derbas bibe û barikata yekem derbas bike jî ger ku beriya wî 60 kes derbasî parkê bûbin nikare wekî kesê 61'emin derbasî parkê bibe. Kesê lêgerîna yekem derbas dikin piştî çend gavên din şûnde dîsa nokteyek din a GBT heye. Piştî ku ev jî derbas kirin di nokteya dawi ya lêgerînê de vê carê ji ber ku sînorê kontejana parkê danîne rastî astengiya hêjmarê tên. Ger ku berê 60 kes li parkê hebin kesên 617an nikarin derbasî parke. Ger ku berê 60 kes derbasî parkê bûbin, kesê 61'emîn û kesên piştî wê bên jî nasnameya wan a parêzer, wekil, karsaz û karmend çi dibe biba bibe nikarin derbasî parkê bibin û ji aliyê polîsan ve tên rawestandin. Kesê ku hemû nokteyên lêgerînê derbas kir û gihişt nokteya dawî û ger ku bi israr bixwaze derbasî parkê bibe jî divê navê xwe di lîsteya ziyaretvanan de binivîse û dema kesên li hundir parkê derketin, hêj nû dikare derbasî şûna wan bibe. Kesên ku alav u a mûrên wan hebin jî divê alav û amûrên xwe li derve li cihekî ewle bihêlin û piştde derbasî korîdora ku diçe parkê bibin. Ji ber ku hunermendên ku xwestin tev tembûr, gîtar û ensturmantalên xwe derbasî hundir bibin, destûr nehat dayin. Hunermend derbas bûn, lê ensturmantal derbas nebûn. Gur ku hun parêzer bin divê hûn cubeyê xwe dînin. Ger ku hûn bijîşk bin divê hûn berdilka xwe dînin. Ger hûn israr bikin û bixwazin alav û amûrên xwe bi xwe re bibin jî dibe ku hûn demek dirêj di nokteya dawi ya lêgerînê de bên rawestandin û ji ber alav û amuran hûn nikaribin derbasî hûndir bibin. Hinceta hemû astengiyan jî wekî OHAL tê nîşandan. Yasin Kobulan - dihaber