Malbatan ji bo ziyareta Îmraliyê serlêdan kirin 2017-08-04 11:46:01 STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên li Îmraliyê bi armanca bi xizmên xwe re li Îmraliyê hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Xwişk û Biraye Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan bi riya parêzerên xwe ji bo bi Abdullah Ocalan ê li Girtigeha Tîpa F a ewlehiya wê bilind a li Îmraliyê hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya komarê ya Bûrsayê dan. Malbatên girtiyên li Îmraliyê di heman girtîgehê de dimînin jî serlêdan kirin. Birayê Hamili Yildirim Polat Yildirim, Birayê Omer Hayri Konar Alî Konar û Xwişka Veysel Aktaş Sabiha Aslan, bi riya parezerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.