Pisîkan jî para xwe ji dorpêça Parka Yogurtçu girt 2017-08-04 12:11:18 STENBOL – Dorpêça polîsan a bi barîkatan li dora Parka Yogurtçu didome. Ji ber dorpêçê pisîkên li parkê dijîn bê av û xwarin man. Ji ber xwediyên pisîkan nikarin xwarin û avê bibin parkê, wekîlên HDP'ê av û xwarina pisîkan didin wan. Nobeta Wîcdan û Edaletê ya Parka Yogurtçu di roja 4'an de berdewam dike. Dorpêç û barîkatên polîsan jî didome û nahêle tu tişt beyî destûra wan derbasî hundirê parkê bibe. Pisîkên ku li parkê dijîn ji ber qedexe û dorpêça polîsan li parkê asê man û birçî man. Xwediyên pisîkan ku dixwazin biçin li parkê xwarinê bidin, ji ber barîkata polîsan nikarin biçin parkê û nikarin xwarin û ava pisîkan bidin wan. Ji ber xwedi nikarin biçin parkê, Parlamenterên HDP'ê yên di nobetê de karê xwedîkirina pisîkan dan ser milê xwe. Pisîkên di nava rojê de ji ber dorpêça polîsan û çûn û hatina zêde nikarin derkevin derve, di saetên êvarê de derdikevin derve û li av û xwairê digerin. Pisikên ku xwediyê xwe nabînin û birçî dibînin li şûna xwediyê wan wekîlên HDP'ê û kesên di nobeta Wîcdan û Edaletê nan û xwarina xwe bi pisîkan re parve dikin. Pisikên ku li wekîlên HDP'ê dibin pêvan û bi liv û tevgera xwe dîmenên dengîn ava dikin, xebatkarên çapemeniyê jî dîmenên wan dikişînin û di medya civakî de parve dikin.