Îtîraza girtina rojnameger Alayumat hat redkirin 2017-08-04 13:34:27 HATAY – Nûçegihanê me yê dîhaberê Erdogan Alayumat ê bi angaşta “Sirên dewletê yên nepen aşkere kiriye” hatibû girtin. Serlêdana îtîraza Alayumat hat redkirin. Nûçegihanê me yê dîhaberê Erdogan Alayumat di 13’ê tîrmehê de li navçeya Islahiye ya Dîlokê hatibû binçavkirin û pişt re birin Hatayê 15 roj şûn ve bi angaşta “Sirên dewletê yên nepen aşkere kiriye” hatibû girtin. Li dijî girtina Alayumat serlêdana îtîrazê hat kirin. Lê îtîraz hat redkirin. Parêzerê Alayumat Suphî Zarîf ji bo îtîrazê serî li 2’emîn Dadgeha Cezayê Asliyê da. Lê dadgehê îtîraz red kir û xwest Alayumat girtî bê darizandin. ‘ERDOGAN ALAYUMAT ROJNAMEGEREK TÊ NASÎN’ Parêzer Zarîf di daxwaznameya îtîrazê de destnîşan kir ku Alayumat nûçegihanê dîhaberê yê herêma Çukurovayê ye li derdorê tê nasîn û kesek bi salane nûçegihanê ye dike. Zarîf got ku nûçeyên Alayumat amade kirine di gelek weşanên netewî û yên navnetewî de hatine weşandin.