Dayikên girtiyan: Ger zext bi dawî nebin emê têkevin grevê 2017-08-04 14:20:38 STENBOL - Dayika Girtiyê Silivriyê Ulaş Gunaçan Saime Gunaçan, bal kişand ser zextên li girtîgehê û diyar kir ku ger îşkence û zextên li ser girtiyan bi dawî nebe dê jibo kurê xwe li pêş girtîgehê dest bi çalakgiya greva birçibûnê bike. Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê ji bo balê bikşîne ser rewşa girtî Ulaş Gunaçan ê li Girtîgeha Hêjmar 2 a Tîpa L a Silivrî ku rastî lêda gardiyanan hat û ew havêtin hucreya bi sînger civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civîna ÎHD'ê de Dayika Ulaş Gunaçan Saime Gunaçan jî amade bû. Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Hatîce Onaran bal kişand ser îhlalên 20'ê Tîrmehê yên li Girtîgeha Sîlîvrî û wiha got: "Li ser van zextan û pêkanînên keyfî yên girtîgehê Ulaş Ganaçan, biryar daye ku çalakiyê pêk bîne. Di saetên êvarî de ew avêtin huncreyê û îşkence li wî kirine." Dayika Gunaçan Saime Gunaçan ji diyar kir ku kurê wê Ulaş Gunaçan ji ber îşkenceyê êdî nabihîze û wiha got: "Destê kurê min ji ber kelepçeyê tev reş û şûn bûbû. Ji ber ku parsiyê wî û guhê wî rastî darbeyêhat êdî guhê wî nabihîze. Destê wî ji piştve kelepçe kirin. Kurê min roja ewil birine nexweşxaneyê û rapora lêdanê girtine. GER ZEXT BI DAWÎ NEBIN EZ DÊ TÊKEVIN GREVÊ Saime Gunaçan, bal kişand ser zextên li girtîgehê û diyar kir ku ger îşkence û zextên li ser girtiyan bi dawî nebe dê jibo kurê xwe li pêş girtîgehê dest bi çalakgiya greva birçibûnê bike. Saime Gunaçan bang li parazvanên mafên mirovan û cemaweriyê kir û xwest bêdeng nemînin.