Heyeta ÎHD û ODP'ê nobet ziyaret kir 2017-08-04 14:39:23 STENBOL – Heyeta ÎHD û ODP, Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê ku li Parka Yogurtu daye destpêkirin ziyaret kir. Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskin wiha got: "Dibêjin serdema torosên spî xelas bûn. Lê em serdema Suleyman Soylu ku Agar jêre dibêje 'Kurê min' dijîn. Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê ku li Parka Yogurtçu 4 berê dabû destpêkirin didome. Dorpêç û barîkatên polîsan jî didome û nahêle tu tişt beyî destûra wan derbasî hundirê parkê bibe. Heyeta ÎHD û ODP, Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê ku li Parka Yogurtu daye destpêkirin ziyaret kir. Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskin, li ser navê heyetê axivî. Keskin, wiha got: "Em yekem carin tiştekî wisa dijîn. Em civak hatine bêdeng kirin. Dengê me qut kirine. Hêz û wêrekî pir girîng e. Dibêjin sedema torosên spî xelas bû. Lê serdema Suleyman Soylu ku Agar jêre dibêje 'kurê min' dest pê kiriye. Piştî ÎHD'ê heyeta ODP'ê ew ziyaret kir. Endamê MYK'ê yê ODP'ê Hayri Kozanoglu jî di ziyaretê de xwest hemû kes bi hev re tev bigerin. Li dijî binpêkirina mafan berxwedan heq e. Çalakiya HDP'e pir bi wate ye." Rêxistinai HDP'ê ya Kocaeliyê jî nobeta HDP'ê ziyaret kir.