Ji bo ronîkirina bûyera Tahîr Elçî bangî rayedaran kirin 2017-08-04 14:54:58 AMED – Baroya Amedê bi boneya qetilkirina serokê wan ê berê Tahîr Elçî yê hat qetilkirin di hefteya 88’emîn de çalakiya xwe dewam kir û baroyê bang li rayedaran kir ku demildest bûyer bê ronîkirin. Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî di 28’ê mijdara 2015’an de li ber Minareya Çar Ling a li Sûrê hatibû qetilkirin. Bi boneya dosyeya Elçî bi bandor bê xebatindin û bûyer bê ronîkirin her hefte Baroya Amedê çalaki lidar dixe. Çalakiya baroyê di hefteya 88’emîn de li ber Edliya Amedê berdewam kir. Di çalakiyê de gelek parêzer amade bûn û bi cûbeyên xwe daxuyanî dan. Parêzeran pankartê bi tirkî û kurdî yê “Em ê te jibîr nekin” hildan. ‘BÛYER NAYÊ RONÎKIRIN’ Sekreterê Giştî yê Baroya Amedê Mahsun Bati di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ew bi hefteyane ji bo Tahîr Elçî li edaletê digerin û heta niha di dosyeyê de hêj tu pêşketinek çê nebûye. Bati ev tişt got: “Bûyerek ku nava rojê li ber kamerayan pêk hat nayê ronîkirin. Rayedar peywîra xwe bicih naynin. Divê bûyera Elçî teqez bê ronîkirin û kiryaran derbixin holê. Ronîkirina vê bûyerê peywîra cemaweriyê ye.” Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.