Şeniyê 80 salî yê Xorkomê: Cihê tuwalet gora ermeniyan e 2017-08-04 14:57:37 WAN - Qeyûmê Wanê, li qata goristan û SÎT'ê plan ava kir û li şûna goristanê tuwalet ava kirin. Li dijî vê yekê bertek û nerazîbûn zêde bûn. Şêniyê gundê Xorkomê yê 80 salî Abdulhadi Şalvan, diyar kir ku cihê plaj û tuwalet lê tên avakirin goristana ermeniyan e û tuwalet li ser gora ermeniyan tê kolan. Şaredarê Artemêtan ê wekî Qeyûm hat tayinkirin, li qada dîrokî û SÎTê Plaja Gel çêkir. Qeyûmê li Qada SÎT'ê otopark, tuvalet û serşok çêkir û dîrok xist bin pîyan. Goristana Artemetan ku wekî 1’emîn qada SÎT'ê hatiye îlankirin û warekî dîrokî ye. Li vir Goristana Ermeniyan û Girê Xorkomê heye. Qada dîrokî ya li gundê Xorkomê ye, Qeyûmê li vir Plaja Gel ava kir û li ser warên dîrokî û SÎT'ê jî park û tuwalet ava kir. Ji ber karê înşatê lê hat kirin hestiyên goristanê tev li der û dorê belav bûn. Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Walî Murat Zorluoglu û Qeyûmê Şaredariya Artemêtan Atif Çiçekli di 24'ê Tîrmehê de dest bi çêkirina Plaja Gel kirin û warên dîrokî talan kirin. Medya hawiz jî bi ser navê “Vir ne Antalya ye, Wan e" nuçe belav kiribû. Piştî vê yekê nerazîbûn û bertekên civakê zêde bûn. Şeniyê Gundê Xorkomê Abdulhadi Şalvan, diyar kir ku her çend Qemûma Artemêtan Atif Çiçeklî bêje 'Li vir gora ermeniyan tune' jî li dora gir goristana ermeniyan hebû û wiha got: "Malbata me 100 sal berê li Xorkomê bi cih bûn. Ev gundê Ermeniyan e. Beriya em bên li vir bi cih bibin ermenî li vir dijiyan. Arkeolog 20-25 sal berê hatin li vir lekolin kirin. Li vir hecîz û morî ditin. Em çawa ji kal û pîrên xwe hez dikin, hurmet û rêzê nîşani wan didin û li gorên wan xwedî derdikevin ew jî wisa li gorî xwe xwedî derdikevin. Divê em hurmetê nîşanî wan jî bidin. Gora kê dibe bila bibe. barî, ziman û nasnameya wî çi dibe biba bibe divê em gorên wan biparêzin. Ji ber ku ev goristan nehatiye parastin tev wêran bûye. Em li vê dunyayê hesap nedin jî em dê li dinya din hesap bidin. Cihê ku tuwalet le tê avakirin gora ermeniyan e. Hemû gelê vê herêmê vê yekê dizanin ku ev der goristana ermeniyan e. Ez jî şahid im. Dema ermenî li vir bûn ji vê goristanê re digotin ‘Gord’ . Me ji vê herêmê re digot ‘Xaço’ Tevî ku axa ermeniyan li vir hebû jî îro qet ermenî li vir nemane. Ji bo mislimanan mizgeft çiqas pîroz bin, dêrên ermeniyan û gorên wan jî ew qas pîroz in."