Êrîşên li Stenbolê TAKê da ser xwe 2016-12-11 18:10:04 STENBOL - Êrîşên duh li Stenbolê li dijî polîsên hêzên çevîk pêk hat û 30 jê polîs bi giştî 38 kesan jiyana xwe ji dest dan TAKê da ser xwe. Duh li pêş Stadyuma Beşîktaş a navçeya Beşîktaşa Stenbolê li dijî polîsên hêzên çevîk 2 êrîşên bombeyî pêk hatibûn. Di êrîşê de 30 polîs, bi giştî 38 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 155 kes jî birîndar bûbûn. Piştî êrîşê hikûmetê li Stenbolê ji bo rojekê şîn hat îlankirin. Têkildarî êrîşê Tevgera Bazên Azadiya Kurdistan (TAK) daxuyanî da û diyar kir ku endamên wan êrîş pêk anîne. TAK’ê di daxuyaniya xwe de di malbepê de wişand wiha got: "Di 10’ê Kanûnê yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Tîrêj a girêdayî TAK’ê saet di 22:30’an de li Parka Maçka a li nêzî Stadyoma Arena ya Vodafone ya Stenbolê çalakiyên hemwext li dar xistin. Çalakî ji aliyê 2 endamên TAK’ê ve bi awayê fedayî hate lidarxistin, wê nasnameyên endamên TAK'ê di rojên pêşiya me de bên eşkere kirin." TAK’ê diyar kir ku di çalakiya fedayî de ji 100 zêdetir polîs hatine kuştin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku TAK’ê rast e rast gelê Tirk nekiriye hedef û wiha got: “Nexasim Tîma Tolhildanê ya Şehîd Tîrêj bi awayekî herî baş û bê ku ziyanê bigihije welatiyên sivîl ev çalakî li dar xistine. Bila li bendê nemîne ku tecrîdê li ser Rêbertiya me bide meşandin, faşîzma TC û AKP’ê li Kurdistanê bidome, her roj êşkence, kuştin, qetilkirin, cenazeyan teşhîrbike û zarokan qetilkike di rewşekî bi vî awayî de divê Tirkiye bi rehetî jiyan neke. Divê gelên Tirkiye ji vê faşîzmê re êdî bêje bes e. Ji ber ku ji vê faşîzmê tenê AKP berpirsyare."