Çalakgerên Kolana Yukselê: AÎHM jî mirinê dixwaze 2017-08-04 15:15:54 ENQERE – Çalakgerên Kolana Yukselê di roja 269’emîn de çalakiya xwe dewam kirin û wiha bertek nîşanî biryara AÎHM’ê dan: “AÎHM jî mîna desthilatdariya AKP’ê dixwaze Nuriye û Semîh bimirin.” Akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça yên bi KHK’ê hatin îxrackirin ji bo vegerin karê xwe 149 roje di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Gulmen û Ozakça li Nexweşxaneya Girtîgteha Kampûsa Înfaza Sîncanê çalakiya xwe berdewam dikin. Çalakiya ji bo piştgiriya her du mamosteyan û “Em karê xwe paş de dixwazin” jî di roja 269’emîn de didome. Çalakgeran xwest wek her roj li ber Abîdeya Mafê Mirovan a ku di dorpêçan de ye çalaki lidar bixin, lê îro jî çalakger rastî êrîşa polîsan hatin. Çalakgeran li dijî astengiya polîsan sloganên “Nuriye û Semîh ne bi tenê ne” berz kirin û pankarta “Greva birçîbûnê ya Nuriye û Semîh di roja 149’emîn de ye. Bila Nuriye û Semîh paş de bigirin kar” hildan. Polîsan êrîşî çalakgeran kir û pankarta Nuriye û Semîh çirand û çalakgeran heta kolana Konur gijgijand. ‘AÎHM JÎ DIXWAZE BIMIRIN’ Ji çalakgeran Akman Şîmşek li dijî biryara AÎHM’ê ya redkirina tahliyeya Gulmen û Ozakça nerazîbûn nîşan da û wiha got: “AÎHM jî mîna desthilatdariya AKP’ê dixwaze ku Nuriye û Semîh bimirin. Em bang li gelê xwe dikin. Nuriye û Semîh ji bo we li berxwe didin. Li hember wan bêdeng neminin. Destekê bidin vîna wan. Wan nedin kuştin û destûrê nedin mirina wan.”