Malbatên Pirsûsê piştgirî dan Nobeta Wijdan û Edaletê 2017-08-04 16:34:17 STENBOL – Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê yên ku 2 sale li benda edaletê ne Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP’ê ziyaret kirin. Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê yên ku 2 sale li benda edaletê ne û daxwaza wan edaletê pêk nayê çûn Parka Yogurtçu ya Kadikoyê û çalakiya Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP’ê ziyaret kirin. Di serdanê de li ser navê malbatan bavê Vatan Budak ê ku jiyana xwe ji dest dabû Murat Budak axivî û wiha got: “Em ji hevserokên giştî yên HDP’ê heta Nuriye û Semîh hemû kesî silav dikin. Em li Kurdistan û Tirkiyê û li her deverî rastî komkujiyan tên. Li gel komkujiyan jî ji bo aştî û edalet bê vî welatî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em 24 meh e em têkoşîna edaletê didin. Heta em edaletê bi dest bixin wê têkoşîna me berdewam bike.”