Rojnameger Yildiz: Em zext û mudaxaleyan qebûl nakin 2017-08-05 09:03:42 STENBOL - Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Yilmaz Yildiz, bal kişand ser zextên li ser belavkarên rojnameyê û wiha got: "Ji bo rojnamegeriya salên 90'î digotin 'gomlekê agir li xwe kirine'. Îro jî em heman tiştî dijîn." Li gor rapora meha Tîrmehê ya Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad ku di 2'ê Tebaxê de weşand; 171 rojnamger di girtîgehan de ne. 25 rojnamger jî di meha Tîrmehê de hatin binçavkirin. Di raporê de hat diyarkirin ku ji rojanamgerên hatin binçavkirin 8 jê xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê ne, 41 rojnamger hatine darizandin, 5 rojnamger hatine girtin û der barê 6 rojnamgeran de jî doz hatiye vekirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku RTUK'ê lîsansa 5 televîzyonan betal kiriye, 9 sal û 10 meh û 7 roja cezayê girtîgehê li 3 rojnamegeran hatiye birîn, 3 malperên nûçeyan ji aliyê BTK'ê ve 16 caran hatine astengkirin û her wiha 3 rojnameger jî di êrîşan de hatine kuştin. Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Yilmaz Yildiz, balê kişand ser zext û zoriyên li ser belavkarên rojnameya wan. ‘ÇAPEMENIYÊ JÎ NESÎBÊ XWE JI OHAL'Ê WERGIRT' Yildiz, diyar kir ku berê jî li herêmê OHAL hebû lê piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê ev yek li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye û çapemeniyê jî nesîbê xwe ji pêkanînên OHAL'ê wergirtiye. Yildiz, bi bîr xist ku bi KHK'yan re Rojnameya Ozgur Gundemê jî di nav de gelek saziyên çapemeniya muxalif hatine girtin û gelek rojnamger hatine girtin. Yildiz wiha domand: "Çapemeniyeke ku li pêyî rastiyan e û zimanê rastiyê ye heye. Li gel vê çapemeniyeke ku li gor ziman û vegotinên îktîdarê tevdigere heye. Di navbera van herdu çapemeniyan de ferqek heye. Mixabin çapemeniyeke ku bûyerên kuçeyê, şideta li hemberî jinê, texrîbata ekolojiyê dide pir kêm hat hiştin. Tê xwestin ku yên mayî jî bên bêndengkirin." ‘EM ZEXT Û MUDAXILEYAN QEBÛL NAKIN' Yildiz, bi taybetî balê kişand ser zextên polîsan ên li ser xebatkarên wan û wiha got: "Li Mêrsînê 4 hevalên me yên belavkar hatibûn binçavkirin. Ji vana hevalên me Ozkan Erdogan û Serkan Erdogan hatin girtin. Her du hevalên me yên din hîn jî di bin çavan de ne. Her wiha li hemberî hevalên me yên dihaber'ê û çapemeniya sosyalîst jî zext û çewisandin hene. Ev jî nîşan dide ku li hemberî me pêkanîneke taybet heye û ev jî nîşaneya derhuqûqiyê ye." Yildiz, dest nîşan kir ku ew tu zext û mudaxileyên li hemberî çapemeniyê qebûl nakin û divê li her qadê çapemenî bikaribe xwe îfade bike. ‘ROJNAMEGERIYA RASTEQÎN LIXWEKIRINA GOMLEKÊ JI ÊGIR E' Yildiz, dest nîşan kir ku li Tirkiyeyê bi awayekî zêde zext û zorî li ser çapemeniyê hene û wiha axivî: "Ji ber ku çapemeniya azad rastiyan derdixîne holê tim bi astengiyan re rû bi rû dimîne." Yildiz, anî ziman ku rojnameya wan rojnameyeke qanûnî ye û li gelek deverên Tirkiyeyê belavkarên wan hene. Yildiz der barê zext û zoriyên li ser xebatkarên wan ên Mêrsînê jî ev tişt gotin: "Li Mêrsînê pêkanînên kêfî hene. Pênaseya sereke ya vê rewşê derhuqûqîtî ye. Ji bo rojnameyê çêkirina nûçeyan, belavkirina wê hatiye parastin. Ev yek di normên huqûqa navnetewî de jî hene. Em vê yekê qebûl nakin. Divê demildest hevalên me bên berdan." Yildiz, balê kişand ser zext û zoriyên salên 1990'î yên li ser xebatkarên çapemeniya azad û wiha domand: "Ji bo rojnamegeriya salên 90'î gotina 'lixwekirina gomlekê ji êgir' dihat bikaranîn. Îro jî em heman tiştî dijîn. Bi KHK'yên dawîn re hat xwestin ku gelek çapemenî û derdorên din bên bêdengkirin. Bi vê re tê xwestin ku ser pêkanînan bê nixumandin." Yildiz, dest nîşan kir ku ew li pêyî rastiyê ne û ew ji kevneşopiyeke wisa tên û wiha axivî: "Em rojnameger in. Rojnameger jî nûçe çi be divê wê bidin."