Yoleri: Kuştinên bi wesayîtên zirxî ne qeza, cinayet in 2017-08-05 09:04:35 STENBOL - Seroka Şaxa ÎHD'a Stenbolê Parêzer Gulseren Yolerî, diyar kir ku kuştina zarokên bi wesayîtên zirxî yên polîsan "ne qeza ne cinayet in". Yolerî, got ku heta ku sûcdar neyên cezakirin, dê bûyerên bi vî rengî zêde bibin. Li bajarên kurdan ji ber wesayîtên zirxî li mirovan diqelibînin zêdetirî 25 mirov hatin kuştin. Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Parêzer Gulseren Yolerî, der barê mirina Raşîd Oso yê 8 salî ku di 1'ê Tebaxê de li Okmeydaniya Stenbolê di bin wesayîta zirxî de ma û jiyana xwe ji dest da, axivî. ‘ME HÎN JÎ CEYLAN ONKOLÊ JI BÎR NEKIRIYE' Yolerî, diyar kir ku ew dibin şahid ku hemû mafên ku peymana mafên zarokan diyar kirine tên binpêkirin û wiha got: "Ev bûyerên mirinê tenê di dema pevçûnê de bi awayê berdanê pêk nayên. Gelek mînakên wek zarokên ku dema di hemêza dayika xwe de, dema li baxçe dilistin hatin kuştin hene." Yolerî, got ku bûyerên ku bi awayekî zêde li bajarên kurdan diqewimin êdî li bajarên wek Stenbolê jî belav bûne. Yolerî, dest nîşan kir ku li herêmê bi hinceta "ewlehiyê" wesayîtên zirxî digerin û wiha diyar kir: "Em bûne şahid ku li Stenbolê heman wesayîtên zirxî li qadên ku qet bûyer lê tune ne jî digerin. Bi taybetî jî di van demên dawî de em zêde dibin şahidê vê yekê." Yolerî der barê gerîna wesayîtên zirxî de jî wiha got: "Dixwazin tirsê belav bikin. Her kes dizane ku van wesayîtên zirxî li herêmê çawa mirov kuştine û mudaxileyên çawa dikin. Li van deran jî bi gerîna van wesayîtan dixwazin tirsê berbelav bikin." Yolerî, bi bîr xist ku li navçeyên Okmeydanî, Sûltangazî, Sarigazî yên Stenbolê bêtir bûyerên civakiyî diqewmin û wiha axivî: "Li van deran li hemberî pêkanînên dewletê yên mafan bin pê dikin zaf bertek tên nîşandan. Li van deran mirov di nav rêxistinbûyînekê de, bi wêrekiyî tevdigerin. Sedema ku ev wesayîtên zirxî li wan herêman digerin jî, ew e ku wêrekiya mirovên li wir bê şikandin, mirov bên tirsandin, bên tepisandin." ‘KESÊN SÛC DIKIN BÊ CEZA DIMÎNIN' Yolerî wiha got: "Ev cinayet e. Çawa ku cinayetên karî, cinayetên trafîkê hene, a rast ev jî cureyeke cinayetên ku hêzên dewletê dikin bi xwe ye." Yolerî, anî ziman ku lêpirsîn bi awayekî çalak nayên birêvebirin û wiha axivî: "Em vê rewşê ji herêmê jî dizanin. Kesên sûcdar nayên cezakirin. Li wir zarokek dimire û ev yek wek ku pirsgirêkeke ewlehiyê be tê nîşandan. Yanî kesên sûcdar tên parastin. Ev perçeyeke polîtîkaya giştî ye, lê êdî li rojavayê jî dest pê kirine. Ev yek îfadeya; heke li cihekî ku em tim dest nîşan dikin pirsgirêk hebe, teqez dê ew pirsgirêk sîrayetî cihekî din jî bike, piştrast dike." ‘LI TU DEVERÊN TIRKIYEYÊ HERÊMA EWLE NEMA YE' Yolerî axaftina xwe wiha domand: "Kesên duh bi wesayîtên zirxî ketin mala û bûn sedema mirina zarokan, bûn sedema ciwanên ku di rê de dimeşiyan îro li Stenbolê jî heman tiştî pêk tînin. Çimkî, li wir kirinên wan, sûcên wan wek tiştekî rewa tê dîtin û ew nayên lêpirsînkirin. Yanî ev yek hêzê dide wan û bi awayekî rihet di hundurê wê wesayîta zirxî de tevdigere. Ev rêveçûyîneke talûke ye. Ev jî nîşan dide ku li tu devera Tirkiyeyê herema ewle nemaye." ‘DIVÊ DESTÛRA GERÎNA WESAYÎTÊN ZIRXÎ NEYÊ DAYÎN' Yolerî, dest nîşan kir ku divê li nav kuçe û taxan destûra gerîna wesayîtên zirxî neyê dayîn û wiha axivî: "A rast divê ew wesayît bi tu awayî nekevin wê herêmê. Çimkî, li wir tu bûyer tune ne. Mudaxilekirina tu bûyerekê tune ye. Sirf ji bo ji gelê li wir re bibêjin em li vir in û ji me bitirsin. Me ev yek li Cizîrê, li Şirnexê dît. Nîvê şevê li nav kuçeyan tu bûyer tune ne, tu pirsgirêkeke ewlehiyê tune ye. Dengên bilind ku mirovan ji xewa wan hişyar dikin derdixînin. Mixabin ev yek li wir çêdibe û ji wir jî niha berê xwe daye vir. Divê bi tu awayî destûr neyê dayîn ku bê sedem wesayîtên zirxî li nav kuçeyan bigerin. Dema me ev yek dît divê em hewl bidin ku asteng bikin." Yoleri, anî ziman ku divê partiyên siyasî, komele û saziyên civaka sivîl di vî warî de bi hestiyarî tevbigerin. Sadiye Eser - dihaber