Midûriyeta Rêyên Bejayî Qanala 3 hezar salî xera kir 2017-08-05 09:05:55 WAN - Midûriyeta Rêyên Bejayî lojmanên Xizmeta Rêyen Bejayî hincet nîşan da û Qanala Şamranê ya avê ku 3 hezar sal in dirka wê heye xera kir. Midûriyeta Xizmetên Rêyên Bejayî qanala Şamranê ku 3 hezar sal diroka wê heye xera kir û li şuna wê rê çê dike. 11'emîn Midûriyeta Rêyên bejayî avahiyên xizmetmetê hincet nişan da û di çarçoveya xebatên pirên duriyanê de Qanala Şamranê ya 3 hezar sal diroka wê heye hat xerakirin. Midûriyetê nêzî 500 metre qanal xera kir. Miduriyeta Rêyên Bejayî berê jî li dijî hiqûq û karê fermî û rapora ÇED'ê Gola Wanê dije kevir ax û bermahî kiribû Gundiye gundê Kiyacikê Kenan Gurer diyar kir ku Qanala Şamranê qanalek dirokî ye û xwest bê parastin. Gurer, anî ziman k (DSÎ) li şûna wê biparêze Midûriyeta Reyên Bejayî wê xera dike û bertekên xwe anî ziman. Gurer, anî ziman ku dema ew hewl û xaniyekî ava dikin bi hinceta Qada SÎT'ê ye destûr nayê dayîn, lê dema warên dîrokî tên xerakirin kes dengê xwe nake û dewlet çavê xwe li vê yekê digire. Li Wanê Cêwa Şamranê ku yek ji pergala avdaniyê ya herî kevin a dîroka mirovahiyê ye û di beriya mîlodê sedsala 9'emîn de ji hêla Qralê Ûrartû Menua ve hatiye çêkirin, ji ber texrîbatan her roja diçe bi xetereya neyê bikaranîn re rû bi rû ma ye. Hemwelatiyên li dora cêwê dijîn, ji ber derdora cêwê bi awayekî bê hîstiyarî bikar tînin û Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) ji ber çêkirina xwezayî ya cêwê xira kiriye, nava wê bi betonê çêkiriye cêwa dîrokî anî ber halê nayê bikaranînê. Qanala Şamranê ku ji hêla şahê Ûrartû Menûa ve Beriya Îsa di sedsala 9'mîn de dabû çêkirin û hêj diherike. Qanala ku bedewiyeke endezyariyê tê bikaranîn ji deşta Payîzavayê Çiyayê Başetê ber bi navenda Wanê ve diherike. Qanal bi armanca avdanê tê bikaranîn li gel 2 hezar û 800 sal emrê xwe hêj tê bikaranîn. Qanal ji Payîzavayê ber bi Artemêta li wir jî ber navenda Wanê ve dirêj dibe û ji bo çandiniya bajêr potansiyela herî mezin a avdanê ye. Qanala ku di 24 salan de temam bûye û 5 metre fireh 3 metre jî kure 5 hezar hektar erdê av dide. Ev qanala avê, li nêzî gundê Kiyicakê ya Ertemêtê ceyrana ku hêza wê 5 megavat bû diafirand. Hêz û debiya ava qanalê 3 metrokup av e. Ev ava ku ji zikê çavkaniyên avê yên ji herêma Bêjingirê ya Payizavayê derdikeve, diherike depoyên (Sarinç) mezinbûna wan 37x38 metro. Ava ku li vir tê depokirin, pişt re hinek jê diherike qanala Şamranê hinek jî diherike deşta Payizava û Westanê. Zeviyên bi bereket yên Westanê bi vê avê tên avdan. Ava ku diherike qanala Şamranê jî heta ku digêje bajarê Wanê ji hemû bakterî û nexweşiyan tê parzinandin. Bilindahiya çavkaniyên avê li gorî deryayê hezar û 760 metro bilind e, her wiha cihekê ku herikîna avê lê bi dawî dibe jî li gorî deryayê bilindahiya wê hezar û 700 metro ye. Ev mîmarî û endezyarî wekî harîqeya avahîsazî û endezyarê tê nasîn. Li gel wê serdemê nêzî 20 kîlometreyeyê qanalê di ava laz, zinar û keviran re derbas dibe. Balkêş ke ku li her derê firehî û kurahiya qanalê wek hev e û bi qasî santîmekê jî cudahî tune. Qenal, agahiya derbarê muhendisiya demê ya Ûrartuyê çiqas pêşketiye dide. Nivîstên dîwarê yên piştgiriyê dide qenalê jî derbarê dîroka demê de agahiyan dide. Hin nivîstan ji ber sedemên xwezayî jê çuye, hin jê jî ji hêla defînegeran ve hatiye texrîbkirin. Der barê qenala ku di cihê diçe de jiyan dide de gelek stran hatiye nivisandin û helbest hatine rêzkirin û hebûna lîstika gel a bi navê "Şehmiran" jî qenal ji bo gol çiqas girîng e dide nîşandan. Heta niha cihê 15 heb nivîsan hatiye dîtin û agahiyên derbarê qenalê de dide, têkildarî qenalê de gelek efsane jî hene. Li gor hin mirovên zana navê qenalê Menûa ye, lê ji hêla Qral Menûa ji bo hevsera xwe Tarîrîa ji bo bi navê bexçeyên hewade ku îro bi awayekî çêkerî li mewkiya Kadem Basti li ser bana hatine çêkirin a Semîramîs an jî qanala Şamran hatiye danîn.