Piştevaniya ji bo Sûrê xurt dibe: Dest nedin Sûrê efendîno! 2017-08-05 09:06:11 AMED - Gelek siyasetmedar, nivîskar, helbestkar, hunermend, şanoger vîdeo weşandin û ji bo rawestandina rûxandina Sûrê bang kirin. Rûxandina li navçeya Sûrê didome. Ji bo rawestandina rûxandinê hewldanên rêxistinên civaka sivîl jî didomin. Kampanyaya îmzeyê ku Platforma Ji Rûxandina Sûrê Re Na dabû destpêkirin didome û her wiha gelek siyasetmedar, nivîskar, helbestkar, hunermend, şanoger jî li ser civaka medyayî ji bo Sûrê vîdeo parve kirin û bangkirin ku divê demildest dawî li rûxandinê bê. Kesên ji bo sûrê peyam weşandin ev in: Hevseroka KCD'ê Leyla Guven: "Îro hûn Sûra ku xwedî dîrokeke 5 hezar salî ye dirûxînin. Belkî hêza me têra rawestandina we nekir, lê hûn jî vê yekê baş zanibin ku dê di pêşerojê de hêza we jî têra rawestandina berxwedana zarokên Sûrê neke." Şanoger Nazim Hîkmet Çalişkan: "Ji bo jiyaneke azad û hevpar divê em xwedî li Sûrê derkevin." Helbestkar Ahmet Tellî: "Sûr hafizeya çandekê ye. Ev hafize daxilî lekeya wir, huzna wir, stran û klama wir bûye. Kesên dixwazin hafizeyê tune bikin bila zanibin ku Sûr hêmaya xwe ya veşartî neqşî hêrsa gelan kiriye. Dest nedin hêrsa gelan, agir bera hêrsa gelan nedin. Bila Sûr bi çanda xwe bibişire. Çimkî Sûr tenê ne paşeroj, pêşeroje jî. Sûr dilê erdnîgariya me ye jî. Dest nedin lêdan dilê wê." Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden: "Sûr pêşerojeke hevpar a gelan e. Em rûxandinê rawestînin, em bibin piştevanê kampanyaya îmzeyê." Serokê Sendîkaya Nivîskarên Tirkiyeyê Mûstafa Koz: "Dê Sûr bi gelê xwe bi rewşenbîrên xwe yên li gel wê ye bijî û dê bibe cihê hêviyeke nû. Têkoşîna wan têkoşîna me ye. Em piştevaniya gelê Sûrê bikin." Berxwedêrê Kolana Yukselê Velî Saçilik: "Sûr dîroka me ye. Sûr çanda me ye. Sûr berxwedan e. Dest nedin Sûrê efendîno! Bijî Sûr." Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim: "Em destûrê nedin ku pêwendiya me ya bi dîroka me ve bê qutkirin. Em destûra rûxandina Sûrê nedin. Sûr dîrokek e." Koma Muzîkê ya Golgedekiler: "Em ji qutkirina pêwendiyên mirovan a bi dîrokê re dibêjin na. Ji rûxandina Sûrê re na!" Derhênerê Hunerî yê Giştî yê Şanoya Ozgurê Ozgur Başkaya: "Sûr ji bo rant û pereyan bi perspektîfeke ku xweza û çandê tune dike tê rûxandin. Helbet dê rojekê dawî li vê zilmê bê." Parlementerê Bûrsayê yê CHP'ê Orhan Saribal: "Sûr dîrok e, çand e. Divê Sûr nebe qurbanê rantê. Sûr ermenî ye, Sûr kurd e, Sûr tirk e, Sûr ereb e, Sûr çerkez e. Tunekirina Sûrê tunekirina dîrokê ye. Armanc tenê neguherandina avahiyan e, tunekirina dîrokeke hezaran salî tê xwestin. Em red dikin, qebûl nakin." Şanoger Orhan Aydin: "Em hêstirên Sûrê, dîrokê tehamul nakin. Ji bo zîndebûyîna dîrokê divê em bi hev re bitêkoşin." Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay: "Li Sûrê tenê ne avahî, dîrokek bi hezaran salî tê tunekirin. Em bang her kesî dikin ku piştevaniya kampanyaya me bikin. Divê em rûxandina Sûrê rawestînin." Nivîskar Eşber Yagmurdereli: "Li Sûrê bi veguherandina bajêr re êrîş li çandê tê kirin. Ez vê êrîşê şermezar dikim." Cîgira Serokatiya Giştî ya CHP'ê Zeynep Altinok: "Sûr mîrateyeke hezaran salî ye. Sûr beriya kesên ku dixwazin wê birûxînin bi hezaran salan hebû. Divê bi hezaran salên din jî bimîne. Sûr Mehmet e, Sûr Yakop e, Sûr Dîlan e, Sûr Egal e. Rûxandina Sûrê rûxandina mirovahiyê ye. Pêwendiya navbera duh û îro ye. Sûr Tirkiye ye, divê neyê rûxandin." Hunermend Mikail Aslan: "Divê em destûrê nedin ku cara duyemîn Sûr bê qetilkirin, ew der mîrateya me ye." Hunermend Deniz Deman: "Ameda bê Sûr ne Amed e. Em xwedî li Sûrê, li dîroka xwe derkevin." Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan: "Sûr bîranîna hevpar a hemû gelan e, mîrateya çandeyî ye. Em mecbûr in ku em bi hevdu re vê mîrateyê biparêzin. Wek talana Moxolan Sûrê talan kirin. Parastina yên mayî jî deynê stuyê me ye. Ji bo rawestandina rûxandina Sûrê çi ji destê min bê ez ê bikim." Hunermend Ferhat Tunç: "Sûr dîroka bi hezaran salî ye, gencîneya çand û hunerê ye. Rûxandina Sûrê rûxandina mirovahiyê ye. Werin û mirovatiya xwe bi bîr bînin û dev ji rûxandina Sûrê berdin." Helbestkar Şukru Erbaş: "Êrîşa li Sûrê êrîşa li dîrokê, li çandê, li rabirduya gel, li pêşerojê ye. Hêvîdar im ku wijdanekî mirovane, çandeyî û hebûniyî dev ji vê rûxandinê berde. Divê ev xeletî bê terikandin." Hunermend Suavi: "Hemû mudaxileyên ku hûn li Sûrê dikin bêqîmet in. Sûr paşeroj, nirx û çand e. Em ê bedêla bêçandeyiyê li Sûrê nedin. Dest nedin Sûrê! Sûr em in." Hunermend Erdogan Emir: "Parastina mîrateya Sûrê, dijderketina talanê berpirsiyariyeke mirovane ye. Em ji talanê re bêjin na." Serokê Şaredariya Pulurê Fatih Maçoglu: "Sûr çand û dîroka me ye. Dest nedinê!" Rojnameger Ayşegul Dogan: "Ya li Sûrê tê rûxandin çand, dîrok, jiyîn û keda hevpar a gelan e. Ji bo ev neyên windakirin tu jî îmzeyê bavêje." Parlementera CHP'ê ya berê Melda Onur: "Sûr hemû cihên jiyanê ye. Cerattepeya Behra Reş, Nîvgirava Stenbolê ye, Kuş Cennetî û Alakir e. Ji bo Sûrê îmzeyê bavêje." Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir: "Sûr dîrok û hafizeya gelekî ye. Rûxandina niha li Sûrê tê kirin êrîşa li dijî hafizeya gel e. Werin em bi hev re vê rûxandinê rawestînin." Parlementerê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder: "Ji bo Sûrê bikin goristaneke betonî, her cure rezaletiyê dikin. Hûn nikarin Sûrê birûxînin, em ê Sûrê nedin rûxandin. Rûxandina Sûrê hilqitandina dilê dîrokekê ye. Ne hêza we têrî vê yekê dike û ne jî em destûrê didin." Hunermend Deniz Turkali: "Îmzeyekê bavêje. Bila Sûr neyê rûxandin, da dîrok neyê jibîrkirin."