Serokê ÇGD’ê nerazîbûn nîşanî girtina Alayumat da 2017-08-05 09:50:49 ENQERE – Serokê Giştî yê ÇGD’ê Tevfîk Kizginkaya bertek nîşanî girtina nûçegihanê me dîhaberê Erdogan Alayumat da û wiha got: “Heke ku tevgerek pêşeroja jiyana mirovên welêt bixe talûkeyê kiribe, ev ji aşkerekirina sirên dewletê derdikeve.” Li gorî daneyên Înîsiyatîfa Rojnmagerên Azad (ÎRA) di 6 mehên 2017’an de 27 rojnamger hatine girtin 99 rojnamger hatine binçavkirin. Li gel vê yekê jî 52 rojnamger rastî cezayên girtîgehan hatin. Herî dawî nûçegihanê me yê dîhaberê Erdogna Alayumat bi îdiaya “Sirên dewletê aşkerê kiriye” hat girtin. Serokê Giştî yê Komela Rojnamegerên Çagdaş (ÇGD) Tevfîk Kizginkaya li dijî girtina Alayumat nerazîbûn nîşan da. Kizginkaya ev tişt got: “Heke ku tevgerek pêşeroja jiyana mirovên welêt bixe talûkeyê kiribe, ev ji aşkerekirina sirên dewletê derdikeve. Sirên dewletê ji bo ewlehiya mirovên li welat dijîn û ewlehiya welat hene. Ev sir ji bo ewhlehiya hemû mirovên hene.” Kizginkaya da zanîn her pêkanînên desthilatdariya siyasî wek “sirên dewletê” xwe dide nîşandan. 'HER SIBE EM BI GIRTINEK NÛ RE ŞIYAR DIBIN’ Kizginkaya destnîşan kir ku li tevahiya Tirkiyê bi gelemperî li ser rojnamegeran zext heye û wiha got: “Di demên dawî de ji 900 bêtir kartên çapemeniyê hatin betalkirin. 151 rojnameger jî girtîne. Her sibeha em radibin bi binçavkirin û girtinên nû re rû bi rû dimînin. Em wek borsayê rojnamegerên girtî dijmêrin. Her roj em reqama girtina rojnamgeran bi xemgînî diaxivin.” Kizginkaya bertek nîşanî daxuyaniyên desthilatdariya siyasî yên “Ew ne rojnamgerin” da û wiha axivî: “Yên kartên wan çapemeniyê nînin rastî muameleya terorîst tên. Yên ku ne li gorî daxwaza desthilatdariyê nûçeyan çêdikin tên girtin. Nasnameya rojnmageriyê ya bingehîn ew e ku gel rast agahdar bikin û bê nûçe nehêlin. Heke ku li welêt rojnamger girtîbin mafê nûçe girtinê yê gel jî girtî ne.”