Nobeta Wîcdan û Edaletê di roja 5'an de ye 2017-08-05 09:51:26 STENBOL - Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê ku li Parka Yogurtçu di 1'ê Tebaxe de da destpêkirin di roja 5'an de didome. Nobeta Wîcdan û Edalet ya HDP'ê ku li Parka Yogurtçu di bin dorpêça polîsan de daye destpêkirin di roja 5'an de berdewam dike. Weakîlên ku di nobetê de bi tîrêjên rojê hişyar bûn, bataniyên xwe kom kirin û dest bi paqijiya derdorê kirin. Wekîlan piştî paqijiya derdorê dest bi amadekariyên taştekirin. Wekîlên ku îro li benda ziyareta zêde ne, amade ne. Yek ji mêvana Nobeta Wîcdan û Edaletê ciwana 18 salî Arjin Emektar hebû. Xwendekara lîseyê Emektar, diyar kir ku li gel baweriya xwe ya li hemberî edaleta korîdorên qesrên edaletê winda kiriye jî bawer dike ku edalet ne tenê li salonên edaletê, edalet li kolan û qadan tê xwestin. Emektar, diyar kir ku li vir gelek tişt fêr bû û bêtir girîngiya yekîtiyê fam kir. Emektar bal kişand ser barîkatên li dora nobetê hatiye pêçan û wiha got: "Aştî bi barikatan nayê dorpêçkirin û tecrîdkirin, edalet û aştî dê bi ser bikeve."