‘Avê nadin girtiyan' 2017-08-05 11:37:54 ANTALYA - Li Girtîgeha Tîpa L a Antalya ji ber ku avê hindik dide girtiyan û nikarin pêdiviyên paqijiyê bikin di laşê girtiyan de birîn çêbûn. Zextên li ser girtiyan berdewam dike. Girtî ji ber ku nikarin mafê xwe yê civakî û hiqûqî bi dest bixin mafê wan tê binpêkirin. Yek ji girtîgeha binpêkirina mafan lê zêde ye Girtîgeha Tîpa L a Antalya ye. Girtiyan zextên li dijî wan zêde dibin bi riya malbatên xwe parve kirin. Dayika girtî Cuneyt Yavuz Nurhayat Yavuz, diyar kir ku wê kurê xwe yê li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê ziyaret kir û wiha got: "Min di 2'ê Tebaxê roja çarşemê kurê xwe li Girtîgeha Antalya ziyaret kir. Di ziyaretê de ji min got 'Di demên dawî de zextên li ser girtiyan gelek zêde bûne. Mafê me yê civakî, çandî û hiqûqî ji destê me hatine girtin. Em li odeyê 30 kes dimînin. Ji bo em cilê xwe raxin rista 5 metre daye me. Rist têra cilê me nake. Avê pir hindik didin me. Em nikarin bê cil, firax û serê xwe bişon. Ji ber ku avê pir hindik didin me em nikarin paqijiyê bikin û di laşê me de birîn çê dibin. Hevalên me yên nexweşên giran wan nabin nexweşxaneyê.' Divê her kes hestiyar tev bigere. Dayika Yavuz Nurhayat Yavuz serî li şaxa ÎHD'ê ya Antalya da û alîkariya hiqûqî xwest.