Dayikên Şemiyê banga tevlêbuna nobetê kirin 2017-08-05 14:20:19 STENBOL – Dayikên Şemiyê di hefteya 645’an de ji bo Tolba Baykal Ceylan ê 13 sal berê li Îgneada hat windakirin edalet xwestin. Dayikan di çalakiyê de bang li hemû kesên xwedî wîcdan kirin ku tev li Nobeta Wîcdan û Edalatê bibin. Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê di hefteya 645’an de çalakiya lêgerîna windayan berdewa kirin. Dayikên li Qadê kom bûn pankarta “Faîl diyar in, bila winda bên ditin" vekirin û qurnefilên sor û çarikên sipî yên sembola aştiyê ne danîn ser pankartê. Dayikan wêneyên xizmên xwe hembêz kirin û ji bo wan edalet xwest. Rojnameger Ertugrul Mavioglu û gelek parazvanên mafên mirovan û mirovên şemiyê tev li çalakiye bûn. Dayikên Şemiyê di vê hefteyê de çîroka Tolba Baykal Ceylan ê di 7'ê Tebaxa 2004'an de li Îgneada ya Navçeya Demîrkoy a Kirklarelî hat binçavkirin û piştre hat windakirin xwendin. Dayikan ji bo Ceylan edalet xwestin. Dayikan bal kişand ser Nobeta Wîcdan û Edaletê ya Parka Yogurtçu û bang li hemû kesan kirin ku tev li çalakiya Nobetê bibin. BILA KES JI RONÎKIRINA WINDAYAN NETIRSIN Dayika Tolga Baykal Ceylan Kadriye Ceylan, diyar kir ku 13 salin li kurê xwe yê winda digere û wiha got: "13 salin ez digerim, lê min hêj ew nedîtiye. Min jî wekî dayikên din kurê xwe nedît. Çima zarokên dayikan winda dikin. Ger ku kurê dayikekê yê winda nayê dîtin, wê demê ew ji aliyê kesên bê wîcdan ve hatiye qetilkirin. Hemu winda eyb û sûcê dewletê ye. Ger ku hûn tolga ji dayikek kurê wê winda bkipirsin ez dê bêjim ez dê bêjim Tolga kesê dilê wî herî bi coş û ronî bû. Gotina wî gotinên herî rast ên cihanê bû. Dilê Tolga tije hezkirin bû. Tiştê Tolga ku qatilan qebûl nedikir çibû. Ji ber ku Tolga bûbû Xiristiyan. Li dijî leşkeriya bi zorê bû." Ji Mirovên Şemiyê Mukaddes Şamiloglu daxuyanî da û çîroka Tolga xwend. Şamîloglu, anî ziman ku Tolga di 7'ê Tebaxa 2004'an de dema çû betlanê li hat binçavkirin û agahî jê nehat girtin û wiha got: "Dayika Tolga Kadriye Ceylan li her derê geriya. Serî li her derê da. Le tu encam bi dest nexist. Di sala 2004'an de serî li Serdozgeriya Demirkoyê da. Di sala 2006'an de dozger biryara "Pêdivi bi lêpirsînê tune" da. Dayik Ceylan serî li ÎHD'ê da û mijar bir meclîsê û DMME'ê. Di sala 2011'an de dema Dayikên Aştiye bi Serokwezîrê wê demê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtin kirin li Meclîsa serî li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîse dan. Lê komîsyonê piştî lêkolîna 4 mehan diyar kirin ku Tolga di bin çavan de nehatiye windakirin. Lê çi dibe bila bile em dê heta dawî bi şopa windayan bikevin."