Çalakiya Kolana Yukselê di roja 270’an de berdewam kir 2017-08-05 14:43:17 ENQERE - Çalakiya kedkarên ku bi KHK'ê ji har hatin durxistin di roja 270'an de li Kolana Yukselê berdewam kir. Kedkarên ku silogana “Em karê xwe dixwazin" berz kirin û pankart vekirin rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan destê kesê nîşana serkeftinê bilind kir bada û xwest bişkîne. Çalakiya greva greva birçîbûnê ya Akademîsyen Nuriye Gulmen û Mamoste Semih Ozakça di roja 150’an de berdewam dike. Çalakiya kedkarên ku bi KHK'ê hatin dûrxistin jî çalakiya “Em karê xwe dixwazin" ya Nûriye û Semih 270 roj berê li Kolana Yukselê dabûn destpêkirin li kolana Yukselê berdewam kirin. Koma ku xwestin dîsa li Kolana Yukselê kom bibin û daxuyaniyê bidin rastî êrîşa polîsan hat. Koma li kuçeya Konurê kom bûn rastî astengiya polîsan hatin. Polisan destûr neda. Li ser vê yekê komê pankarta “Nuriye û Semih’ 150 rojin di greva birçîbûnê dene. Bila Nuriye û Semih li karê xwe vegerin" vekirin. Komê piştî pankart vekirin siloganên “Bila Nuriye û Semih li karê xwe vegerin" berz kirin. Polîsan pişti siloganan êrîşî komê kirin û pankart çirandin. Çalakvana ku nixaneya serkeftinê rakir, polîsan bi destê wê girt û destê wê li pişt wê bada û xwest bişkîne. Piştre li kolana Konurê Sultan Ozakça daxuyani da û xwest Nuriye û Semih bên berdan. Ozakça anî ziman ku heta êrîşên faşîst bi dawî bibin dê çalakiyên xwe berdewam bikin.