Xebatkarên TV10: Dê çalakiya me bidome 2017-08-05 15:17:22 STENBOL – Xebatkarên TV10 yên televîzyona wan bi KHK'ê hat girtin di hefteya 44'an de çalakiya xwe berdewam kirin. Serokê Lijneya Weşanê Veli Buyukşahin, diyar kir ku heta elewî hebin û yên nobeta wîcdan û edaletê tigirin hebin, dê dengê televîzyona xwe bilind bikin û têkoşîna wan dê bidome. Xebatkarên TV10 ya bi KHK'ê hat girtin, li Qada Galatasarayê di hefteya 44’an de kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Xebatkarên televîzyonê pankarta “Dengê elewyan TV 10 nayê bêdengkirin." vekirin û bê navber dirûşmeya “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" berz kirin. Di çalakiyê de Serokê Lijneya Weşanê Veli Buyukşahin, diyar kir ku heta elewî hebin û yên nobeta wîcdan û edaletê tigirin hebin, dê dengê televîzyona xwe bilind bikin û têkoşîna wan dê bidome. Çalakî bi siloganan bi dawî bû.