Botan: Em gelê Serhedê dawetî nobeta Wanê dikin 2017-08-05 15:55:42 WAN - Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgin Botan, têkildarî Nobeta Wîcdan û Edaletê ku di 8'ê Tebaxê de ji Stenbolê dewir bigirin, bang li gelê Serhedê kir û gel dawetî Nobeta Wanê kir. Nobeta Wîcdan û Edaletê ku di 25'ê Tîrmehê de li Parka Ekîn Ceren a Amedê dest pê kir û di 1'ê Tebaxê de li Parka Yogurtçu ya Stenbolê berdewam kir, dê di 8'ê Tebaxê de li Wanê berdewam bike. Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan, têkildarî çalakiya ku hefteyekî li Wanê bidome, bang li gelê Serhedê kir û xwest beşdarî Nobeta Wîcdan û Edaletê ya Wanê bibin. Botan, anî ziman ku wan bi van çalakiyên xwe wîcdan û edalet zindî kiriye û xistiye nava tevgerê u wiha got: "Piştî hewldana darbeyê ji 20'ê Tîrmeha 2016'an û virde li dijî siyaseta demokratîk, tevgera kurd, li dijî sendikayan, rêxistinên jinan, saziyên sivîl ên civakî, çapemeniya azad, nivîskar, rewşenbir û akademîsyenan, îhlalên giran pêş ketin. Ev îhlal û tundiya ku suc e didome. Em dixwazin bi Nobeta Wîcdan û Edaletê Disa wîcdan rakin ser piyan û ji vê yekê re bêjin bes e. Em ji bo hemû kesên mexdûr bûne û bûne hedefa vê pergalê edaletê dixwazin. Em bang li hemû gelê Serhedê dikin û wan dawetî nobeta Wîcdan û Edaletê ya Wanê dikin." Botan, anî ziman ku faşizm jiyana 80 milyon mirov jahrînî dike û Tirkiye li her kesî kiriye zindana servekirî. Divê hemu civak li dijî vê yekê bi tevahî rape ser piyan nerazîbûna xwe nişan bide. Stenbol tevî hemû astengiyan rastî eleqeyek mezin tê. Gel piştgiriyek mezin didin nobeta wicdan û edaletê. Em bang li hemû beşên civakê yê Serhedê dikin ku em dê bi berxwedanê bi ser bikevin. Her ku em bi ser bikevin em dê aştî û edaletê bi ser bixin. Em dubare gelê Serhedê dawetî Nobeta Wîcdan û Edaletê ya Wane dikin."