Sûrên 6 hezar salî hatin binaxkirin! 2017-08-06 09:09:34 ŞIRNEX - Sûrên Cizîrê yên xwedî paşerojeke 6 hezar salan ku malovaniya şaristaniyên Gûtî, Med, Pers, Roma, Sasanî, Ebbasî, Merwaniyan kirine, ji ber avaniya 50 salên dawî hema bêje hatin binaxkirin. Li Cîzîra Şirnexê, sûrên xwedî paşerojeke 6 hezar salan e, hema bêje her diçe tên binaxkirin. Sûrên ku ji qeraxa Çemê Dîcleyê dest pê dikin û heta Goristana Asriyê diçin û bi giştî dirêjahiya wan 2500-3000 metre ne, niha li hemberî avaniya bajêr a 50 salên dawî têk diçin. JI BER BUROKRASIYÊ NAYÊN TAMÎRKIRIN Walîtiya Şirnexê, Qeymeqamtiya Cizîrê û Şaredariya Cizîrê di sala 2012'an de projeya "Bajarê Nûh Diveje" dabûn destpêkirin. Di pêngava yekemîn a vê projeyê de Qişleya Hamîdiyeyê û avahiya şaredariyê ya berê hatibûn restorekirin. Lê belê dihat payîn ku di pêngava duyemîn a van xebatan de sûr bên derxistin, lê belê tim rastî astengiyên burokatîk hatin. Li herêma pîlot a sûran 46 mal û her wiha li ser sûrên ku bajêr dorpêç dikin jî bi giştî 492 mal hene. Tam 30 sal in ku rûxandina van malan di rojevê de ye, lê bi tu awayî encamek jê dernakeve. Tê diyarkirin ku maliyeta derxistina sûran 200 milyon e, lê belê ji ber vê projeya ku starta wê nayê dayîn xwediyên malan jî nikarin malên xwe tamîr bikin. Di navbera salên 1990-1997'an de ji aliyê Wezareta Çandê ve beşek ji sûrên dîrokî hatin restorekirin. Lê belê ev restorekirin bi her awayî dûrî nasname, estetîk û entwîqebûyîna sûran bû û ev yek ji aliyê dîrokzanan ve hat rexnekirin. Ev Sûr bi taybetî di sala 1831'ê de ji aliyê Mehmet Paşayê Rewandizî û di sala 1836'an de jî ji aliyê Reşît Paşa ve hatine texrîbkirin. Tê zanîn ku van herdu paşayên Osmanî kevirên sûrê ji cih rakirine û di çêkirina malên xwe de bi kar anîne. DÎROKEKE KU HATIYE TUNEKIRIN Her wiha di sala 1935'an de jî, hêzên dewletê ji bo ji 119'emîn Alaya Cendirmeyan cihê derbasbûyînê çêbikin, ji hêla Medreseya Mîr Evdal ve di nav sûran re cihekî derbasbûyînê vekirine. Tê diyarkirin ku di heman salê de li bajêr bi kevirên sûran gelek firin û metbax hatine çêkirin. Li gel vê dîsa tê diyarkirin ku ji bo wesayîtên mezin derbas bibin, di sala 1935'an de Deriyê Deştê yê sûran hatiye rûxandin. Her wiha Deriyê Torê jî di sala 1957'an de hatiye rûxandin. Di heman demê de sûr li hemberî rabûnên Çemê Dîcle dibin bend. Bi taybetî piştî salên 1950'yî ji ber koçberî û avabûyîneke zêde êdî sûr di nav bajêr de nayên xuyakirin. Ji bilî Medreseya Sor 8 bircên sûran hene. Ji van bircan 5 jê li hêla başûr 2 jê jî li hêla rojhilat in. DIŞIBÎNIN KEŞTIYA NÛH Tê gotin ku ev sûrên ku şaristaniyên wek Med, Pers, Roma, Sasanî, Ebbasî, Merwaniyan ji her cure talûkeyan parastine, ji aliyê neviyên Hz. Nûh Gûtiyan ve hatine avakirin. Tê diyarkirin ku li gor sekna keştiya Nûh ku dema li ser Cûdiyê radiweste hatine çêkirin. Dîsa tê gotin ku Deriyê Torê yê sûran û Deriyê Deştê yê sûran temsîliyeta bêrên keştiyê dikin. SÛREYÊN QUR'ANÊ LI SER NIVÎSANDÎNE Di sedsala 7'emîn de dema artêşên îslamî dibin serwerê Cizîrê, Waliyê Ebbasiyê Hasan B. Omer Et Teblîg navê Cizîrê yê Bezabde diguherîne û dike Cizîr û hin sûrên ku di şer de texrîb bûne çêdike. Ji aliyê Waliyê Ebbasiyê ve li ser kevirên sûran Sûreya Fatîhayê, Sûreya En'amê, Sûreya Ayet-ul Kursiyê tên nivîsandin. Hîn jî li beşa Sadabad a biniya Deriyê Şêrê û li hêla derve ya Rêzemiranê sûre hene û tên xwendin. JI BER SÛR DERBAS NEKIRIN MIR Her wiha ev sûr bûne şahidê gelek şeran. Tê zanîn ku şerên herî dijwar di sedsala 3 û 4'emîn de di navbera Sasanî û Romayiyan de li biniya sûran diqewimin. Romayî sînorê rojhilatê ji Pers-Sasaniyan diparêzin û ji ber vê ev sûr ji bo wan zaf girîng bûn. Lê belê taliya talî Qiralê Sasaniyan Şahpûrê 2'yemîn sûran ji Romayiyan distîne. Piştî ku Sasanî li Cizîrê 9 hezar xirîstiyan dikujin Romayî bi quweteke hêzdartir dikevin rê û xwe digihînin sûran. Artêşa di bin banê Qiralê Romayê Konstantînosê 2'yemîn sûrên Cizîrê dorpêç dike. Lê Sasanî bi saya tîrvanên kurdan Romayiyan têk dibin. Tê derpêşkirin ku ji ber Qiralê Romayî Konstantînosê 2'yemîn nikaribû bajar wergire nexweş ketiye û piştî wê bi salekê li Îskenderûnê miriye. Cihan Olmez - dihaber