Ji sedî 80'yê Alîpaşayê rûxandin! 2017-08-06 09:12:20 AMED - Hevberdevkê Platforma Ji Rûxandina Sûrê Re Na Talat Çetînkaya, der barê rewşa dawî ya rûxandina Sûrê de agahî dan. Çetînkaya, got ku herî zêde Taxa Alîpaşayê tê rûxandin û heta niha ji sedî 80'yê taxê hatiye rûxandin. Her wiha dê di rojên pêş de Platforma Sûrê heyetekê bişîne Ewropayê û dê hewl bide ku heyeteke ji Ewropayê jî bê û Sûrê raçav bike. Di bin navê "Veguherandina Bajêr" de rûxandina li navçeya Sûrê didome. Herî zêde rûxandin li Taxa Alîpaşayê didome. Li hemberî vê rûxandinê Platforma Ji Rûxandina Sûrê Re Na jî xebatên xwe lezandin û herî dawî li seranseriya welat kampanyaya îmzeyê da destpêkirin. Her ku diçe piştevaniya ji bo vê kampanyayê xurtir dibe. Hevberdevkê Platforma Ji Rûxandina Sûrê Re Na Talat Çetînkaya, der barê rewşa dawî ya rûxandina Sûrê de agahî dan. 'AKP'Î JÎ LI HEMBERÎ RÛXANDINÊ NE' Çetînkaya, dest nîşan kir ku li dijî rûxandian Sûrê bertek hene û her wiha hin kesên AKP'î jî der bar rûxandinê de wiha difikirin: "Dibêjin, 'ev rûxandin neheqî ye, derî aqilan e. Ji bo çi bi awayekî hovane êrîşî cihekî dîrokî dikin'. Yanî AKP'î jî fam nakin ku ji bo çi Sûr tê rûxandin. Lê belê em baş dizanin ku ev polîtîkayeke bi zanebûyî ye." ‘KESÊN ÎMZE AVÊTINE DIVÊ KAMPANYAYÊ BELAV BIKIN' Çetînkaya, anî ziman ku piştevaniya kampanyaya îmzeyê ya ku wan daye destpêkirin her diçe xurtir dibe û ev ji bo wan cihê kêfxweşiyê ye, lê belê divê hîn bêtir bê xurtkirin. Çetînkaya, diyar kir ku gelek nivîskar, rewşenbîr û hunermend piştevaniya kampanyaya îmzeyê dikin û îmzeyên ku di ser civaka medyayî re hatine niha nêzî 10 hezaran e. Çetînkaya, dest nîşan kir ku hedefa wan a mehekê 100 hezar îmze ne, lê belê hê daneyên îmzeyên ku bi awayekî şil hatine îmzekirin negihaştine ber destên wan. Çetînkaya, anî ziman ku di warê îmzeyan de tişta ku ew li bendê bûn hîn xwe nedaye der û ji bo kampanya xwe bigihîne derdoreke hîn berfirehtir ew dixebitin. Çetînkaya, got ku kesên ku îmzeyê davêjin divê kampanyaya îmzeyê li derdorê belav bikin. Çetînkaya, da zanîn ku dê di rojên pêş de civînên agahdarkirina di warê huqûqî de bên çêkirin û wiha axivî: "Mafên huqûqî yên welatiyan çi ne? Dikarin çawa bi kar bînin? Di vî warî de mekanîzmayên navnetewî çi ne? Çawa dikarin bi kar bînin? Yanî em ê civînên agahdarkirina huqûqî çêbikin." Çetînkaya, dest nîşan kir ku beriya ku platformê bê avakirin gelek saziyên civaka sivîl name ji ÛNESCO'yê re şandine û ji bo raya navntewî hay ji rewşa Sûrê hebe û bi hestiyarî tevbigere ew hin pêwendiyan datînin. ‘DÊ HEYET SERDANAN BIKIN' Çetînkaya, anî ziman ku piştî platform hat avakirin wan hin dosye ji konsolosxaneyên Ewropayê, UNESCO'yê, hin mekanîzmayên Neteweyên Yekbûyî re şandine û wan nûner şandine civîna UNESCO ku meha borî li Polonyayê hatiye çêkirin û li wir der barê Sûrê de wan berpêşiyek kiriye. Çetînkaya, da zanîn ku ew ê çend roj şûnde heyetekê bişînin Ewropayê û her wiha dê heyetek jî ji Ewropayê bê û serdana Sûrê bike. ‘JI SEDÎ 80'YÊ ALÎPAŞAYÊ HAT RÛXANDIN' Çetînkaya, da zanîn ku ji roja ku rûxandin dest pê kiriye heta niha zêdeyî 600 mal li navçeya Sûrê hatine rûxandin û niha li Taxa Alîpaşayê tenê nêzî 200 mal mane. Çetînkaya, dest nîşan kir ku tê plankirin ku di pêngava duyemîn de li Taxa Lalebeyê jî nêzî hezar mal bên rûxandin. Çetînkaya, got ku heta niha ji sedî 80'yê Alîpaşayê hatiye rûxandin.