Cotkarên genim îsal zerar dikin 2017-08-06 09:14:43 AMED - Cotkarên Amedê debara xwe bi çandiniya genim, ceh, pembû, garis, nok û niskan dike. Lê ji ber lêçûn ji hatinê zêdetir e çotkar zerar dikin û deyndar dibin. Cotkarên ku sala par kîloya genim bi 97 krş difirotin, îsal bi 80 krş difiroşin Yên kîloya nîskan bi 3.70 tl difirotin isal bi 1.90 tl difroşin. Cotkarên Amedê her sal di meha Cotmehê de dest bi çandiniya genim dikin û di meha Hezîran Tîrmehê de genim diçînin. Cotkarên ku bi gubre, mazot û heqê karkeran lêçûnek zêde dikin, dema genim diçînin hatina wan ji lêçûnê kêmtir e û zerar dikin. Cotyarên Amedê ku genim diçinin û tînin bazara genim a Amedê, lê genimê wan nayê firotin. Cotkaran diyar kirin ku ji ber polîtîkaya dewletê qîmeta genim nemaye û nikarin genim bifiroşin. Cotkarên ku tên bazara genim, ji ber genimê wan nayê firotin, rojên xwe li ber sîya çuwalên genim derbas dikin. QÎMETA GENIM NEMAYE Li qada bazarê av jî naherike û qîmeta genim tune. Cotkarên ku sala par kîloya nîskan bi 3.70 tl difirotin îsal bi 1.90 tl difiroşin. Ji ber buhayê nîskan daket êdî nayê firotin. Nok jî wekî nîskan bi 3.50 tl tê firotin û sala borî jî bi heman buhayî dihat firotin. Cotkaran sala par kiloya genim bi 97 kurişî difirotin, lê îsal bi 80 kurîşi difiroşin. Cotkar vê rewşê wekî "kepaze" bi nav dikin. Li bazarê ya herî zêde tê firotin ceh e, lê ceh jî li gor sala borî ji 95 kurîşan daket 73 kurîşan. Zêde firotina sedema ceh jî ji ber derneketina sewalan ya zevî û zozanan e. REWŞA ESNAFAN JI YA COTKARAN XETABTIR E Cotkarên bazarê ya çandiniyên wan destê wan de mane bi gotina "Dewlet muxtacê cotkaran bû, îro mexdür kir" polîtîkayên hikumetê rexne kir. Piraniya cotkaran bi krêdiya piştriya dewletê destpê çinînê dikin lê nikarin krêdiya xwe bide. Ji sedemên nefirotina zad û zexîre yek jî Ofîsa Berhemên Axê (TMO) ya nirxê zad û zexîre diyar dike ye. TMO nirxê çandiniyên zad kêm diyar kir û dîroka stok kirina çandiniyan jî diyar kir, her wiha ev yek firotina çandiniyan jî bi xwe re anî. Sedema herî giran jî bi rakirina Baceya Îthalatê ya Derveyi Welêt e û ev yek jî bi xwe re îthalata Rusya û Kanada anî. Ji ber van polîtîkayên hikumetê ya li ser cotkariyê, cotkar çandiniyên xwe nikarin welêt belav bikin. Ji esnafên bazarê Mustafa Tekîn anî ziman ku esnaf nikarin kepengên xwe vekin û wiha got: "Dema rewşa esnafan xetere be, ya cotkaran jî xetere ye. Ev beş ji ber bi mirinê ve diçe." COTKAR BÛ KARKER: EZ ÇAWA 6 TL'YAN 6 ZAROKAN XWEDÎ BIKIM? Ji cotkarên li bazarê li ber siha cuwalên zad û zexîreyên xwe rojan derbas dike Mehmet Îmam, dest ji çandiniyê berda û niha li bazara genim hemaliyê dike. Îmam da zanîn ku ew heqê riya xwe jî ji berîka xwe dide û bi gotina "Cotyar jî esnaf jî perîşan e" rewşa heyî vegot. Ji cotkarên zorî karkeriyê bûyî bavê 6 zarokan a bi navê Îbrahîm Adiguzel diyar kir ku hêviyên wan ya ji çandiniyên wan bê bersiv ma û rewşa xwe bi kurtasî wiha rêz kir: "Roja xwe bi dest xistina 6 TL'yan derbas dikim. Min çandiniyên xwe bi giştî zirarê firot. Piştgirî ji ji me tê birîn. Ka tû bêje ez çawa 6 TL'yan 6 zarokan xweî bikim." Ozgur Paksoy - dihaber