Ji girtîgehê derket hat binçavkirin 2017-08-06 10:05:45 ENQERE - Endamê Meclîsa Partiya HDP’ê Ahmet Kaya dema ji girtîgehê derket ji ber lêpirsînek din hat binçavkirin. Endamê Meclîsa Partiya HDP’ê Ahmet Kaya ya girtî di hat darizandin doza yekem ya roja înê hatî ditîn de hat tehliye kirin. Kaya dema ji Girtîgeha Bafra derket piştî çend deqeyan hat binçavkirin. Hat hînbûn Kaya di çarçevoya lêpirsîna li Qersê hatî vekirin de hat binçavkirin. Kaya rojek li Miduriyeta Emniyetê ya Bafra hat rawestandin û piştre jî birin Qersê. Li bendê ne ku Kaya îro derxin dozgeriyê.