Sûrê hem vala dikin hem jî tiryak û diziyê li kolanên wê pêş dixin 2017-08-06 10:17:33 AMED - Şêniyên Sûrê ku bi sedan salan li tax û kolanên Sûrê dijîn û serpêhatî û keda wan li vire heye bi biryarin xaniyên xwe terk nekin. Şêniyên ku xaniyên xwe terk kirin jî malên wan ji tiryakêş û dizan re ma. Cîranan diyar kirin ku li aliyekî xera dikin û li aliyê din jî Sûrê ji xaniyên xerabe ji taryak û dizan re dihêlin. Li Sûrê di çarçoveya "Veguhertina bajarvaniyê" de ji sedî 90'ê Sûrê hat îstimlakkirin û dest bi rûxantina mal û taxan kirin. Rûxandina li Lalebey û Alipaşa berdewam dike. Piştî biryara Wezareta Derdor û Bajarvaniyê xerakirina malan li Taxên Alîbaşa û Lalebey didome. Li dijî xerakirinê berxwedana welatiyan jî didome. Gelek welatî naxwazin ji malên xwe derkevin û di malên xwe de li dijî xerakirina xanî û taxên Sûrê di ber xwe didin. Malên ku bi zorê hatin valakirin û hêj nehatine xerakirin jî diz û tiryakêş lê bi cih bûne. SÛR BÛ WAR Şêniyê Sûrê Gudla Okmen a 40 sal berê ji Mahsertê koç kir û hat li vir bi cih bû, diyar kir ku hêj tu deblîgat ji wan re nehatiye, lê di demên pêş de dê teblîgat ji her kesî re bê şandin û hemû Sûr Dê bê xerakirin. Gudla Okmen, anî ziman ku wê li vê malê zarok mezin kirin û wiha got: "Ez niha bi komkirina kaxiz û kartonan debara xwe dikim. Heta ku em karibin kar bikin em dê bi kar û keda xwe debara xwe bikin. Zarokên me ji me cuda bûne. Diixwazin em biçin li cem wan bimînin. Lê em dibêjin Sûr cihê xizan û jaran e. Sûr warê me ye. Em dê li vir bijîn. Ez niha 84 salî me. Min carekê koç kir û hatim li vir bi cih bûm. Min emrek li vir derbas kir. Carek din nikarin koçber bikim. Berê em û ciran heta derengê şevê li kolanê rûdiniştin. Em hemû cîran li hewşekê an jî navbera du deriyan rûdiniştin û me sohbet dikir. Em hemû cîran û şêniyên taxê weki maleke bûn. Lê niha Sûr xalî dibe. Vala dibe. Koçkirina cîranan pir giran e. Dunya nehatiye guhertin. Mirov hatine guhertin. Her tişt li aliyekî cirantî li aliyekî. Cihê ciran pir cuda ye. Me hezkirin, êş û her tiştê hev parve dikir. Ji ber vê yekê ez naxwazim ji Sûrê bicim. Dewletê hatin her kes belav kirin. Dibe ku em dernexistine. Lê em dizanin dê sibê werin me jî ji vir derxin. Heta ji destê me bê em dê di ber xwe bidin û naçin. Me emrek li vir derbas kir. Hemû serpêhatî, êş û şahiyê me li van kolan ^utaxan derbas bû. Em biçin cihekî din dê her tiştê me li vir bimîne. Em nikarin biçin cihekî din bijîn." 'EZ BIMIRIN JÎ NAÇIM CIHEKÎ DIN' Şêniya Sûrê Emine Çakir (70) jî piştî erdheja Licê koçî Amedê kir û hat li taxa Ortaca ya Sûre bicih bû. Çakir ku 42 salin li Sûrê dijî wiha got: "42 salin li vê malê dijîm. Ev hewşa mezin ya me ye. Min li ve hewşê 15 zarok mezin kir. Yên mirin mirin, yên saxin saxin. Hemû şahidê êş û şahiyên min ev mal e. Ez dê çawa vê malê bihêlim û biçim. ez qet vê malê derk nakim. Ez bimirim jî naçim. Min sond xwariye ez ji vir naçim. Ez li cihekî din nikarim bijîm. Ewlehiya min tune ye. 'DIZ Û TIRYAKÊŞ BI CIH BÛNE' Li kolan û malên hatine vala kirin diz û tiryakêş bi cih bûne. Dema em ji polîsan dipirsin jî dibêjin 'Cîranê we diziyê dikin. Cîranê we tiryakê dikişînin' Lê em cîranê xwe baş nas dikin. Cîranê me ne tiryakê dikişinin û ne jî diziyê dikin. Ji bo em vir vala bikin lîstika dewletê ye."