Li Cudî topebaran şewatê zêde dike 2017-08-06 10:19:47 ŞIRNEX – Li çiyayê Cudî şewata di encama topebarana Tabûra Cendermeyî ya Bêspinê de derketî her diçe belav dibe. Çiyayê Cudî ya li herema Şirnexê ji aliyê Tabûra Cendermeyî ya Bêspinê ve tê topebarankirin. Di encama topebaranê de li heremên Deriyê Cebraîl û Sefîneyê şewat derket. Bi topebaranê re şewat gihişt Sorbîtmê û Girê Çolya û şewat ber bi gundê Hesena ve diçe. Di encamê de sedan dar wêran bû. Ji dûh ve tû mudaxale şewatê ne hatiye kirin û herema şewat li berdewam dike û topebaran jî dem dem didome. Salên borî ji heman tabur û qereqolên cendermeyî çiyayê Cudî topebaran kirî bû û di encamê de daristan hatî bû wêrankirin.