Keleha dawî ya DAIŞ’ê ket 2017-08-06 10:35:18 REQQA - Şervanên QSD'ê li Reqqa di çarçoveya Cenga Mezin de 61 rojin bê navber şer dikin û heta niha 10 tax rizgar kirin. Şervanên QSD'e di operasyona li dijî DAIŞ'ê de keleha DAIŞ'ê ya dawî keleha Harun Reşid jî rizgar kirin. Keleh êdî di destê QSD’ê de ye. Operasyona Şervanên QSD'e ya "Cenga Mezin" ku li Reqqa dan destpêkirin di roja 61’an de didome. Operasyona şervanên QSD'ê bi hemû hêza xwe berdewam dike. Şervanên QSD'ê heta niha taxên Meşleb, Sînaa, Bîtani, Sebehîye, Qadesiyê, Romanî, Yermuk, Hattîn û El Cezra ji DAIŞ'ê rizgar kirin. Herî dawî taxa El-Kerim jî rizkar kirin. Şervanên ku ji mile başur, bakur, rojava û rojhilat de pêş ve diçin, li Eniya Rojhilat armanc dikin ku taxa Reqqa ya berê jî ji destê DAIŞ’ê rizgar bikin. Şervanên QSD''ê keleha Harun Reşid (Qasr El Banat) jî ji destê DAIŞ'ê rizgar kirin û keleha dawî jî rizgar kirin. Şervanên ku di milê rojhilat de li ser 2 xetan operasyonê dimeşîne pêşve diçin û keleha dîrokî rizgar kirin. Şervanan keleha ku 7 metre bilind û 11 kilometre dirêje bi tevahî rizgar kirin. Gelek teqemeniyên DAIŞ'e yen li dora kelehê jî hatin îmhakirin. Şervanên QSD'ê piştî keleh rizgar kirin, li der û dorê kelehê nokteyên kontrole ava kirin. Komên DAIŞ'ê jî dîs êrîşen xwe yên bi kamyonên bombebarkirî berdewam dikin. Şervanên QSD'ê jî li dijî êrîşan tedbîrên xwe xurt dikin. Piştî Keleha dîrokî ya Harun Reşid û mizgefta El-Etiq hat rizgarkirin li bende ye ku di demek nêzik de hemû bajarê Reqqa rizgar bikin. Bi vî rengî ji sedî 90'ê Reqqa berê ket destê şervanen QSD'ê. Nazim Daştan - dihaber