Rojnameger Perîhan Kara hat girtin 2016-11-15 17:34:11 ŞIRNEX - Xebatkara Azadiya Welat Perîhan Kara li Cizîrê hat girtin. Li navçeya Cizîra Şirnexê xebatkara Azadiya Welat a ku 29'ê Cotmehê bi biryara KHK'ê hat girtin Perîhan Kara bi hinceta, "endama rêxistinê ye" hat girtin. Hate hînbûn ku dema Kara duh li kolana hunerê bûye bi şupheya, "keşfê dike" ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin. Piştî ifadeya wê li Midûriyeta Polîsan a Cizîrê û dozgeriyê bi dawî bû derket pêşberî dadgehê. Dadgeha Cezayên Sulhê derbarê Kara de bi hinceta wêneyên ku kirine nûçe de biryara girtinê da. Her wiha wênekêş, qemere û kompîtira bi Kara re jî ji aliyê dadgehê ve hatin destserkirin. Hate hînbûn ku Kara şandine Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.