Ustun: Em ji bo Ekolojiyê di nobetê de ne 2017-08-06 11:43:05 STENBOL - Berdevka Komîsyona Ekolojiye ya HDP'ê Prof. Dr. Beyza Ustun, diyar kir ku talankirina ekolojiyê polîtikaya dewletê ye û ew li dijî talankirin û wêrankirina ekolojiyê di nobetê de ne. Ustun wiha got: “Tekoşîna ekolojiyê têkoşîna azadiyê ye. Em ji bo parastina ekolojiyê di nobetê de ne." Berdevka Komîsyona Ekolojiye ya HDP'ê Prof. Dr. Beyza Ustun, tev li nobeta Wîcdan û Edalete bu û der bare talankirin û wêrankirina ekolojiyê de nirxandin kir. Ustun, diyar kir ku li Tirkiye ekolojî tê wêrankirin û di bin navê "Veguhertina bajarvaniyê de" daristan tên şewitandin û xweza tê talankirin. Ustun, destnişan kir ku talankirin û wêrankirina xwezayê polîtîkaya dewletê ye û wiha got: "Hêzên sermayê û sermayedar ji ber krîza Kapitalizmê li qadên nû yên jiyane digerin. Ji ber vê yekê piştgiriyek mezin didin îktîdarê û dixwazin îktîdar destûra talankirin u wêrankirinê bide wan. Îktîdar jî ji bo hebûna xwe sermayedaran diparêze. Di serdema îktîdara AKP'ê de jî piştgiriya sermayedaran berdewam kir. Îktîdar û sermayedaran hev parast. Di pêvajoyek wisa de qadên zindiyan û jiyanê ten talankirin. Warên ekolojîk, dirokî û çantî tên rûxandin û talankirin. Sûr û Cizîr di bin navê veguhertina bajarvaniyê de hatin rûxandin. Li Stenbolê Sulukule û Tarlabaşi hatin rûxandin û xerakirin û teslîmî sermayedaran dikin. Yên herî zerar dibînin warên ekolojîk, dirokî û çandî ne. 'PERAV Û DARISTANAN PÊŞKÊŞÎ SERMAYEDARAN DIKIN' Ustun, ani ziman ku îktîdarê perav û daristanen Stenbolê di bin navê “Veguhestina bajarvaniyê" de teslîmî sermayedaran kirine û wiha got: "Talankirina xwezayê her ku biçe dê zêde bibe. Ev yek dê hevsengiya ekosistema deryayê xera bike. Hemû dera bajar kirin beton. Li ser navê ewlehya welat li herêmê Santralên Hîdroelektrîkê (HES) ava dikin. Her tişt ji bo sermayedaran e. "Her tiştî ji bo sermayedaran dikin. Dîsa şewatên daristanê bi zanebûn tên derxistin. Li Kurdistanê di sala 2015'an de 6 hezar û 850 hektar daristan hat şewitandin. Niha Dersim tê şewitandin. Ekosistem dişewite. Pispor diyar dikin ku di demsalên havînê de dibe ku daristan bişewitin. Lê Derya Reş di demsala zivistanê de hat şewitandin. Li Bodrumê li herêma ku RES lê bên avakirin hat şewitandin. Ev ne tiştekî xwezayî ye. Ev bi zanebûn e. Li Çiyayê Kaz cihêku kanên madenê lê bê vekirin daristan şewitî. Hemû cihê ku dişewite pêşkêşî sermayedaran dikin. Ev bi zanebûn e u polîtikaya dewletê ye. Li cihê du daristan tê şewitandin, HES, RES û qereqol tên avakirin. Dîsa kanên madenê tên vekirin. Dixwazin Kurdistanê têxin kontrola xwe." Ustun, herî dawî destnîşan kir ku talankirina ekolojiyê polîtikaya dewletê ye û ew li dijî talankirin û wêrankirina ekolojiyê di nobetê de ne û wiha got: “Tekoşîna ekolojiyê têkoşîna azadiyê ye. Em ji bo parastina ekolojiyê di nobetê de ne."