Demîrtaş: Ne dema tirsê dema serhildanê ye 2017-08-06 12:37:58 STENBOL - HDP dê Nobeta Wîcdan û Edaletê ji Stenbolê dewrî Wanê bike. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, peyam ji Nobetna Wîcdan û Edaletê re şand û got: "Dem ne dema tirsê ye. Dem dema serhildanê ye." Nobeta Wîcdan û Edaletê ku di 25'ê Tîrmehê de li Amedê dest pê kir, di 1'ê Tebaxê de li Stenbolê dewir girt û dê di 8'ê Tebaxê de li Wanê berdewam bike. Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê li Parka Yogurtçu di roja 6'an de berdewam dike. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş yê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye peyam ji Nobetê re şand. Peyama Demîrtaş Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Nadîr Yildirim xwend. Demîrtaş di peyama xwe de got: "Dem ne dema tirsê ye. Dem dema serhildanê ye." ‘DERMANÊ FAŞÎZMÊ WÊREKÎ YE' Demîrdaş di peyama xwe de diyar kir ku pêkanînên li dijî hiqûqê de di bin zextên giran ên faşizan de didome û wiha got: "Ez vê Nobeta Wîcdan û Edalatê ku we di vê pêvajoya ku êrîş û zext didomin de daye destpêkirin silav dikim û pîroz dikim. Faşizm berî her tiştî dixwaze di nava civakê de tirsê belav bike. Ji ber vê dermanê têkbirina faşizmê li dijî tirsê wêrekî ye. Divê di çarçoveya têkoşîna bîrdozî de em bi lezgîn wêrekiyê xurt bikin û belav bikin. Divê hem li hundir û hem li derve em bi vê ferasete di ber xwe bidin û rabin serhildanê. Divê em pêl bi pêl mezin bikin û li her dere belav bikin û bê navber bidomînin." DEMÎRTAŞ: EZ HEMÛ KESÊN CUDA DAWETÎ NOBETÊ DIKIM Demîrtaş, bang li hemû kesên nasname, bawerî, çand, ziman û rengên wan cuda kir û xwest li dora Nobeta Wîcdan û Edaletê ku HDP'ê daye destpêkirin kom bibin û şêwirmendiyê xurt bikin. Demîrtaş, xwest li dijî polîtîkayên AKP'ê yên daraz, meclîs û rêveberî desteser kiriye û li gorî berjewendiyê xwe pêşkêşî rantxuran dike, hemû beşên civakê, eniya berxwedanê xurt bikin û wiha got: "Ev polîtîkayên faşîst bi hevkariya AKP û MHP'ê pêş dikeve. Hemû kesên kometiya bloka faşist a AKP-MHP'ê nake, dibin hedefa êrîşan. Ji ber vê yekê divê li dijî faşizmê em eniya berxwedane xurt bikin û li dijî tirsê wêrekiyê xurt bikin û li her derê rabin serhildanê. Tirkiye serdema xwe ya herî krîtik di serdema bloka faşîst a AKP-MHP'e de dijî. Ev plat Tirkiye avêtiye nava pêta agir. Civaka Tirkiye di nava xwe de perçe perçe kirine. Welat perçe dibe. Bloka faşîst a MHP-AKP'ê Tirkiye buhost bi bihost perçe dike û weki ku yekîtiya Tirkiye diparêze xwe dide nîşandan. Li dijî vê polîtîkaya AKP û MHP'ê xurtkirina hêza demokrasiyê û têkoşîna demokrasiyê ye. 'XURTKIRINA DEMOKRASIYÊ DÊ ME BÎNE CEM HEV' Demîrtaş li ser girîngiya demokrasiyê jî rawestiya û got: "Ne pêkan e ku bloka faşîst li ser rêgezên demokrasiyê li hev bike û ev li dijî sirûşta wê ye. Lê hilbijêrên AKP û MHP’ê jî divê şaşîtiyên partiya ku destekê didinê bibînin, di bloka demokrasiyê de cih bigirin û ji bo siberoja Tirkiyê xilas bikin divê desteka xwe bidin. A ku wê Tirkiyê bi hev ve girêbide ne Kurdbûn an jî Tirkbûna me ye; ne Elewîtî û Sinnîtiya me ye; ne rastgirî an jî çepgiriya me ye. Tenê demokrasiyeke xurt ku bikaribe dadmendî, azadî û aştiyê pêk bîne dikare me li cem hev bigire. HDP ispat kiriye ku ew parçeyek ji demokrasiya xurt e ya ku wê li Tirkiyê were avakirin. Ji bo vê jî êrîşên sîstematîk ên bi ser HDP’ê de û operasyonên tasfiyekirinê yên li ser HDP’ê ne tenê HDP’ê siberoja demokratîk a Tirkiyê ji xwe re dikine hedef. Xwedîderketina li HDP’ê ne xwedîderketina li partiyeke siyasî xwedîderketina li demokrasiyê û jiyana hevpar e." 'EM HDP ALÎGIRÊ HEVPARIYA TIRKIYE NE' Demirtaş; herî dawi anî ziman ku civaka Tirkiyê bi naskirina hemû bawerî û nasnameya li nav xwe, bi hurmetgirtinê û qebûlkirina wekheviyê dikare ji van rojên dijwar derkeve û axivî: "Heke em li dijî faşîzmê bloka demokrasiyê ava nekin, wê berdêlên girantir bi civakê bidin jiyîn. Divê em xalên hevpar bidin pêş û hêsan bikin ku em bikarin li rex hev bimeşin. Em HDP ne alîgirê dabeşbûnê lê alîgirê bihevrebûnê ne. Ne alîgirê tundiyê alîgirên têkoşîneke aştîxwaz û meşrû ne. Em ne alîgirê yekrengiyê lê pirengiyê ne. Em ne alîgirê dîndariya îdeolojîk lê alîgirê laîktiyê ne. Em ne alîgirê yek zilamî lê piranîparêziyê ne. Em ne alîgirê nîjatperestî lê alîgirê welatîbûna wekhev in. Em ne alîgirê çewisandinê ne, alîgirê çewisandiyan in. EM BI HEVRE TÊBIKOŞIN Ji bo em Tirkiyeyê weke welatê xwe yê hevpar biparêzin û bikin giraveke aştiyê ya ku em bi hev re bi dilrehetî lê bijîn; em bi biryar in ku li gorî pîvanên xwe bi her kesî re bicivin û bi hev re têbikoşin. Nêrîna me ya siyasî, nasnameya me ya etnîkî û baweriya me çi dibe bila bibe, bang li hemû welatiyên me dikim, bang li her xwişk û birayên me dikim, ku ji bo paşeroja hevpar a Tirkiyeyê li dijî faşîzmê li hev bicivin û têbikoşin.Erdogan û Bahçelî bidin ser hev, ev nayê wateya temamiya Tirkiyeyê. Li Tirkiyeyê em jî hene. Em, yên ku hewl didin me tine bikin û tine dihesibînin, di nava şerm û tenêtiya wan de dihêlin. Em hemû Tirkiye dest bidin hev û paşeroja xwe bi dest bixin.Rojên heyî bêguman wê bibihurin. Li pêşberî têkoşîna me ku roj bi roj mezin dibe, faşîzm û bloka faşîst wê ji hev bikeve, wê bi erdê re bibe yek. Yên bi ser bikevin wê alîgirê aştî û demokrasiyê bin, wê temamiya Tirkiye be. Bi vê bîr û baweriyê, ji girtîgeha Edîrneyê ji dil ve silavên xwe li tevahiya Tirkiyeyê dikim û dibêjim, dem ne dema tirsê ye, dem dema wêrekî û rabûna ser piyan e. Em ê teqez bi ser bikevin." Yildirim, pişti peyamê diyar kir ku saet di 18.00'an de bi daxuyaniyekê nobeta Stenbolê bi dawî dikin û wiha got: "Em îro ji gelê Stenbolê xatir dixwazin û derbasî Wanê dibin. Em dê roja Sêşemê 8'e Tebaxê li Wanê nobetê berdewam bikin. Em dê îro êvarî saet di 18.00’an de li Kada Îskele ya Kadikoya Stenbolê bi girseyî daxuyani bidin û dawî li çalakiya Stenbolê bînin. Em bang li hemû kesan dikin ku tev li daxuyaniyê bibin û piştgiriyê bidin çalakiyê."