Wezîra Belcîka dev ji nasnameya ya Tirkiye berda 2017-08-06 12:57:07 NAVEDNDA NÛÇEYAN- Wezîra Belcîkî ya kurd Zuhal Dêmîr dev ji nasnameya xwe ya Tirkiye berda. Demîr, da zanîn ku Enqere nedihîşt ku ew jiyana kurdî bijî. Wezîra Belcîkî ya kurdî Zuhal Demîr li ser rûpela civakî ya Facebookê nivîsa “bi xwatirê te” nivisand û diyar kir ku ew dev ji nasnameya Tirkî berdide. Zuhal Demîr li rex nasnameya Tirkiye xwedî nasnameya Belcîkî ye, ji ber kiryarên Erdogan ên derheqê gelê kurd e, çû Belcîka û xwendina xwe li wir dewam kir û bû Wezîra karûbarên Wekhevkirina Şansên Kar a Belcîkayê. Zuhal di belevoka li ser rûpelê de, hin kiryarên Tirkiyeyê derheqê gelê kurdî de anî ziman û got ku Tirkiye rê nedida wê ku bi azadî li welatê xwe Bakurê Kurdistanê bijî û kurdîtiya xwe eşkere bike. Ev yek piştî kiryarên nemirovahî yên dewleta Tirk li Bakurê Sûriyeyê û destwerdana ji jiyana hevbeş ya gelên herêmê re, pêk hat.