Eleqaya nobetê di roja dawî de zêde dibe 2017-08-06 13:56:27 STENBOL - Nobeta Wîcdan û Edaletê li Parka Yogurtçu di roja 6'an de berdewam dike. Nobet rastî eleqeyek mezin tê. Di ziyareta îro de bûk û zava jî cihê xwe girtin. Nobeta Wîcdan û Edaletê ya Parka Yogurtçu ya kadikoyê di roja 6'an de berdewam dike. Nobet di roja dawî de rastî eleqeyek mezin tê. Di nava 6 rojan de bi hezaran welatîe ji bajarên Kocaelî, Bursa, Edirne, Tekirdag û Çanakkale welatî hatin Nobet ziyaret kirin û piştgiri dan nobetê. Îro jî di nava ziyaretvanen Nobetê de bûk û zava Seher û Kamber jî nobet ziyaret kir. Seher Ozdemir û Kamber Ozdemir piştî ji aliyê polîsan ve li pişt bariyeran hatin rawestandin. wekilên HDP'ê çûn ew pêşwazî kirin û derbasî qada nobetê kirin. Bûk û zava piştî di kontrola GBT re derbas bûn çûn qada nobetê. Zava Kamber Ozdemir, diyar kir ku ew ji bo edaletê hatin Parka Yogurtçu. Komeleyên Platforma Piştevaniya Sosyalist (SODAP) û Çerkesan jî dê îro nobetê ziyaret bikin.