Hêjmara kesên li Beşiktaşê mirin derket 44'an 2016-12-12 09:15:11 STENBOL - Kesên li Beşîktaşa Stenbolê di êrişên bombeyî yên li dijî polîsan de jiyana xwe ji dest dan derket 44’an. Di 10'3e kanûnê de li pêş Stadyuma Beşîktaş a navçeya Beşîktaşa Stenbolê li dijî polîsên hêzên çevîk 2 êrîşên bombeyî pêk hatibûn. Di êrîşê de 30 polîs, bi giştî 38 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 155 kes jî birîndar bûbûn. Hêjmarak kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest da gihişt 44'an. Hêj dermankirina 100 kesan jî li nexweşxaneyên cuda didome.