Polisan li Kolana Yukselê çalakger bi erdê re kişandin 2017-08-06 16:11:32 ENQERE - Çalakiya li Kolana Yukselê di roja 271'an de dîsa rastê êrîşî polîsan hat. Polisan çalakwan derpkirin û bi erdê re kişandin. Çalakiya greva birçîbûnê ya akademisyen Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça di roja 151’emîn de li Nexweşxaneya Girtîgeha Kampûsa Sîncanê berdewam dike. Çalakiya “Em kare xwe paş de dixwazin” a ya ji bo piştgiya Gulmen û Ozakça û ji bo xebatkarên ji kar hatîn dûr xistin carek din rastê êrîşê polîsan hat. Çalakvan bi daxwaza li ber Bîrdariya Mafên Mirovan daxûyanî bidin li ser astengiya polîsan li Kolana Konurê hatin cem hev. Çalakvan pankarta “Greva birçîbûnê ya Nuriye û Semîh roja 151’an de ye” û “Nuriye û Semîh bila vegerin karên xwe” li ser nivîsî vekirin û diruşmeya “Nurîye û Semîh rûmeta me ye” avêtin. Polîsên êrîşê çalakvanan kir pankart jî perçîxand û çalakvanan heya Kolana Meşrutiyetê erdê re kaş kir. 5 çalakvan jî bi sîlan bersiv dan polîsan û welatiyên derdorê jî bi çepikan piştgirî dan çalakiyê. Çalakvan li Kolana Meşrutiyetê çalakiya xwe dawî kirin lê derbas bûna wan a Kolana Konurê hat astengkirin.