HDP’iyên piştî nobetê meşiyan rasti êrîşa polisan hatin 2017-08-06 18:02:19 STENBOL – Parlamenter û rêveberêm HDP'ê yên piştî Nobeta Wîcdan û Edeletê ya li Parka Yogurtçu bi dawî kirin û dest bi meşê kirin rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan bi gaza îsotê û bombeyên gazê êrîşî wekîlên HDP'ê kir. HDP'ê Nobeta Wîcdan û Edaletê ya li Parka Yogurtçu ya Kadikoya Stenbolê di roja 6'an de bi dawî kirin. HDP'e pişti nobet bi dawi kirin, xwestin bimeşin Qada Îskele ya Kadikoyê.Wekîlên dest bi meşê kirin rastî êrişa polîsan a bi gasa îsotê û bombeyên gazê hat. Girseya ku wekîl û rêveberên HDP'ê jî di navde hebûn bê navber siloganên “Zext nikarin me têr bibin" û "HDP gel e, gel li vir e" berz kirin. Piştî êrîşa polîsan aloziya li qadê didome.