Wekilê HDP'ê Bîlgen yekem car derdikeve pêşberî dadgehê 2017-08-07 09:04:40 AMED - Parlamenterê HDP'ê yê Qersê Ayhan Bilgen, ku dozger 25.5 sal cezayê girtîgehê jê dixwaze piştî 7 mehan yekem car derdikeve pêşberî dadgehê. Parlamenterê HDP'ê yê Qersê Ayhan Bîlgen ku di 29'ê Çile de li Enqere hat binçavkirin û di 31'ê Çile de hat girtin, piştî 7 mehan yekem car derdikeve pêşberî dadgehê. Ayhan Bîlgen bi hinceta di cotmeha 2014'ên de der bare Kobanê ya di bin êrîşa DAIŞ'ê de axivî bû, doz lê hatibû vekirin û heta 25.5 sal veza tê xwestin. Bîlgen li Dadgeha Nobedar a Sulh Ceza bi şertê kontrola edli hat berdan û qedexeya derketina dervê welat hat dayîn. Bîlgen li ser îtiraza serdozgeriya komarê dîsa di 31'ê Çileya 2017'an de hat girtin û şandin girtigehê. Hêj Bîlgen nehatibû girtin, çapemeniyê di weşanê xwe de nûçe derbas kir û diyar kirin ku Bîlgen hat girtin. HETA 25.5 SAL CEZA DIXWAZIN Dozger der barê Ayhan Bîlgen ê 7 mehin li Girtigeha Tîpa F a Sîlîvrî tê girtin de heta 25.5 sal cezayê girtigehê dixwaze. 1'emîn Rûniştina doza Ayhan Bîlgen dê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê. Dosyaya Berdevkê HDP'ê û paralementerê Qersê Ayhan Bîlgen ê di 31'ê cileyê de hat girtin a ji 11 salan heta 25 salan der barê wî de ceza tê xwestin şandin Enqereyê. 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ya îdianameya Bîlgen qebûl kirin bi bîr xist ku Bîlgen li Enqereyê hatiye binçavkirin "sûcên" wekî "endamtiya rêxistinê" "ji bo sûc bi aşkera texrîkirin" li Enqereyê hatine kirin û ji ber vê yekê jî biryara bêpayebûnê da û şand Enqereyê. Dadgehê dosya ji Dadgeha Cezaya Cezaya Giran a Nobedar a Enqereyê re şand.