Sîlîvrî ji îhlalan derbas nabe 2017-08-07 09:07:13 ENQERE –Girtiyên girtîgeha Hêjmar 9 a Sîlîvrî, binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehê kirin rapor. Girtiyan diyar kirin ku ji êrîşên fîzîkî heta astengiyên ragihandin, name, telefon pirtûk û ziyaretan îhlal li ser îhlalê pêk tê û ji îhlalan nikarin tev bigerin. Li girtîgehan piştî îlana OHAL'ê zextên derûnî û fîzîkî yên li ser girtiyan zêde bûn. Girtiyên Girtîgeha Ewlehiya Wê Bilind a Hêjmar 9 a Sîlîvriyê binpêkirinên mafên mirovan kirin rapor û bi riya nameyekê parve kirin. Rapora girtîgehê ya Meha Gulan-Hezîranê wiha ye: NAME TÊN DESTESERKIRIN Û SANSURKIRIN * Nameya ji Şerif Turunç re hat şandin, rûpelên 4,5,6 bi tevahî bi sedema "ewlehî û asayişa saziyê dixe talûkê" reş kirin û dan. *Nameya ku Tahsin Sagaltici ji Nivîskar Huseyin Aykol re, nameya Şerif Turunç ji rojnameger Zeynep Kuray re, nameya Hasan Farsak ji wekîl Bariş Yarkadaş re û nameya Yusuf Ozan Turkmen ji rojnameger Fatih Polat re şandin rûpelên wan ên duyemîn bi heman hincetê hatin reşkirin. * Nameyên ji Yusuf Ozan Turkmen, Mehmet Manas Doganay, Tahsin Sağaltici, Riza Ozçolak, Remzi Uçucu re hatin bi heman sedemê hatin reşkirin hatin sansurkirin. * Şerîf Turunç ji bo nameya wî hat sansurkirin îtiraz kir, lê îtîraza wî hat redkirin. * Lênûska di nava nameya ji Remzi Uçucu re hat şandin, hat windakirin. Uçucu, ji ber nameya ji parêzerê xwe reşand hat desteserkirin îtiraz kir û serî li Dozgeriya Komarê ya Silivrî da, Dozgeriyê pêdivî bi lêpirsînê nedît û îtiraz red kir. ÊRÎŞÊN FÎZÎKÎ * Di 21'ê Hezîranê de bi hinceta hewl dane kamera bigirin bi ser hucreyên hêjmar 30 û 31'an de girtin. Gardiyanan êrîşî girtî Tahsin Sagalticî, Şerif Turunç û Hasan Farsak ên li hucreya 31'ê û êrîşî girtî Mehmet Manas Doganay, Huseyin Sungu û Ozan Turkmen ê li hucreya 31'ê kirin. Îşkenceya fîzîkî li wan kir. * Di 13'ê Hezîranê de gardiyanan bi ser hucreya hêjmar 30'yan de girt û li Yusuf Ozan Turkmen û Huseyin Sungu îşkence kir. Girtî rakirin revîrê. * Di 22'ê Hezîranê de piştî ziyareta girtî li Yusuf Ozan Turkmen îşkence kirin. CEZAYÊ DÎSÎPLÎNÊ * Lijneya Dîsîplînê ya Girtîgehê bi hineta Yusuf Ozan Turkmen, Huseyin Sungu, Mehmet Manas Doganay, Tahsin Sagaltici, Şerif Turunç û Hasan Farsak kamarayên xwe girtine mehek cezayê qedexeya ziyaretvanan dan wan. * Bi hinceta kamera bi rojnameyên cil girtine li Mehmet Manas Doganay, Huseyin Sungu, Şerif Turunç, Tahsin Sagaltici û Hasan Farsak mehek cezayê ziyaretê li wan birîn. * Li Mehmet Manas Doganay di vegera dadgehê de îşkence kirin. Piştre ji ber Doganay destûr neda li ser wî lêgerînê bikin 2 meh cezayê qedexeya ziyaretê dan wî. * Bi hinceta Remzi Uçucu silogan berz kiriye, ew ji mafê ziyaretvanan bêpar hiştin û 3 rojan avêtin hucreyê. *Alî Onay bi hinceta silogan berz kiriye û stran gotine 4 rojan rastî cezayê hucreyê hat. 4 mehan ji ziyaretê mahrûm hiştin. Dîsa 4 meh cezayê ragihandinê dan wî. * Riza Ozçolak mehekê ziyaret lê qedexe kirin. Remzi Uçucu 2 meh ragihandin lê qedexe kirin. Riza Ozçolak rastî 2 meh cezayê mafên civaki hat. Yusuf Ozan Turkmen cezayê 21 meh qedexeya ziyaretê le birîn. MAFÊ SOHMETÊ BINPÊ KIRIN * Wezareta Dadê bi giştînameya hêjmar 45\1 ji bo 10 kesan mafê sohbetê bi hefteyê 10 saetan sînor kir. MAFÊ WEŞAN Û PIRTÛKAN * Hêjmara pirtûkan kêm kirin. Pirtûk û kovarên der barê wan de biryara komkirinê tune nadin girtiyan. BI KAMERA TÊN ŞOPANDIN * Li hucre û hewşê girtî 24 saetan tên şopandin. Li ser hewşê bi têlên qefesî hatine girtin. BINPÊKIRINÊN DIN * Girtiyan dernaxin berber. Hevdîtina parêzeran li odeyên cam ên dişibin fanosê tên kirin. Ji derve tên guhdarkirin. * Girtî Îsmail Akkol bi serê xwe di yek hucreyê de tê girtin. Alavên ku ziyaretvan dişinin bi sinor kirine. Midûrê girtîgehê daxwaza wan a hevdîtinê bê bersîve dihêle. Cilên wan tên bisînorkirin. * Ji bilî ziyaretvanan kesên din nikare pereyan razîne. Ziyaretvanê kesê di hucreyê de jî nikare pere ji hevre razînin. * Umut Altun, bi hinceta 18 salên xwetije kir anîn vir. 3 hefte ne di hucreyê de di bin tecrîdê de ye. * Remzi Uçucu piştî 2.5 meh şûnde şandin nexweşxaneyê. * Gardiyanên bi ser hucreyan de girtin bi sedema kamera girtine rojnameyên Cumhuriyet û Hurriyetê desteser kirin. *Pirtûkên ji Şerif Turunç re hatin şandin nedan wî. * Di ziyaretê de puskuvî qedexe kirin. * Pereyê ceyranê ji girtiyan qut dike. * Eşofmanên şîn ku malbatê şandin qebûl nekirin. * Pirtûkên girtiyan ên di depoyê de nikarin teslîmî malbatên xwe bikin.