Li Sûrê bawerî û netewên cuda jî tên tunekirin 2017-08-07 09:07:25 AMED – Rêbêrê Rûhanî yê Dêra Protestan ê Amedê Ahmet Gorener hilweşandina Sûrê rexne kir û wiha got: “Bi dîrokê re bawerî jî tê tunekirin. Ev pêkanîn û polîtîkaya hilweşandinê, pişaftin û talankirinê ya çar pênc salan nîne. Bi salane em bi cudakariya ol û netewan re rû bi rû ne.” Li navçeya Sûrê ya Amedê gelek cih û şûnwarên dîrokî hene. Navçeyek ku bi nasnameya xwe ya dîrokî tê nasin. Sûr bi îbadexaneyên xwe yên cuda bi hezaran salane jig elek şaristaniyan re malovaniyê dike. Gelek cihên dîrokî li ber çavên rayedarên dewletê her çiqas hatin xerakirin jî lê xwedî derneketin. Herî dawî Dêra Protestan a Amedê di sala 2003’an ve ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatibû çêkirin. Li naçveyê heta niha nêzî 30 cihên baweriyên cuda hebûn lê niha 4 heb li ser piya mane. Bawerî û netewên cuda jî para xwe ji hilweşandina Sûrê dîtin û bi tunebûnê re rû bi rû hatin hiştin. ‘EV PÊKANÎN NE NÛ NE’ Li gel hemû qedexe û hilweşandinê jî Dêra Protestan a Amedê li ser piya ma. Rêberê Ruhanî yê Dêra Protestan a Amedê Ahmet Gorener diyar kir ku hilweşandina didome zerare dide hemû netew, ol û çandên cuda û ev hilweşandina mozaîka çandan ji holê radike. Gorener destnîşan kir ku bi salane li herêmê dewam dike û wiha got: “Ev pêkanîn û polîtîkaya hilweşandinê, pişaftin û talankirinê ya çar pênc salan nîne. Bi salane em bi cudakariya ol û netewan re rû bi rû ne. Heke ku dêra mirov ji destê mirov bê sitendin navê vê hilweşandine. Dê polîtîkaya qedexe û hilweşandinê jî tu encamê nede.” Gorener anî ziman ku li gorî jimartina nifûsê ya di sala 1902’an de li Amedê ji sedî 60 nifûs ne misilman bûye û di nav de ermenî, xirîstiyan, êzidî, musevîler û zerduştî li navçeyê hebûne. ‘ÇAND TUNE DIBE’ Gorener da zanîn ku li dijî polîtîkaya xerakirin li navçeyê tenê misilman û kurd jê bandor negirtin û lê hemû netewên din ên li navçeyê ji vê hilşwendinê bandorek neyînî girtin. Gorener ev tişt got: “Dixwazin li Sûrê çandek din biafirînin. Dibêjin ku dê tiştên xweş çekin. Dibe ku tiştên xweş çêkin lê gel êdî ne ew gel e. Çumkî ew gel neçare ku çandek din jiyan bike. Dema mirov dibêje Sûr jiyanek û çandek kevnare tê bîra mirov. Lê her ku diçe ev çand tê tunekirin.” ‘WÊ AMEDA BERÊ NEMÎNE’ Gorener gotinên Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu yên “Em ê Sûrê bikin Toledo” bibîr xist û wiha got: “Hûn dixwazin bikin mîna Kudusê. Lê Amed dê nebe Ameda bere. Amed bi mirovên xwe, bawerî û netewên cuda Amed e.” Gorener polîtîkaya dewletê ya li hember îbadexane û navendên baweriyên cuda rexne kir û got ku heta niha dewletê tu dêrek jî çênekeriye.