Gundî binçav kirin û di îşkenceyê re derbas kirin 2017-08-07 12:09:18 COLEMÊRG – Polîs û leşkeran duh bi ser gundê Şapatan a Şemzînanê ve girt û gundiyan di îşkenceyê de derbas kirin. 20 welatiyên ku rastkî îşkenceyê hatin, hatin berdan. Li gundê Şapatan bi ser Şemzanan Colemêrgê ve duh polîs û leşkeran operasyon dabû destpêkirin û tîmek taybet di operasyonê de jiyana xwe ji dest dabû. Piştî vê yekê polîs û leşkeran bi ser gund de girt. 36 gundî yên ku rastî îşkenceyê hatin ji aliyê leşker û polîsan ve hatibûn binçavkirin. Hemû têketin û derketina gund hatin girtin û îşkenceya li dijî welatiyan heta Midûriyeta Polîsan Şemzînanê dewam kir. Ji 36 welatiyên hatin binçavkirin 20 ji wan piştî îfadeyên midûriyeta polîsan serbest hatin berdan. 16 kes hêj di binçavan de ne. 20 welatiyên hatin berdan li ser bedena wan şopên îşkenceyê hat ditin. Li serê minareya mizgefta gund berê MOBESE hatibû bicihkirin û her tim rastî zext û serdegertina malan tê. Li gund her tim welatî rastî gefên kuştinê tên. Welatiyan tiştên duh bi serê wan ve pêk hat wek wahşetê bi navkirin û banga piştgiriyê kirin.