Nobeta Wîcdan û Edaletê dê li Parka Aştiyê ya Musa Anter pêk bê 2017-08-07 13:33:00 WAN - Nobeta Wîcdan û Edaletê ya sibê li Wanê dest pê bike dê li Parka Aştiyê ya Musa Anter pêk bê. Wekîlênk HDP’ê yên sibê tev li Nobetê bibin, diyar kirin ku ew li dijî zilma ku li ser 80 milyon mirovan ten meşandin di nobetê dene û banga tevlêbûnê kirin. Çalakiya Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP’ê ku di 25'ê Tîrmehê de li Amedê start da, di 1'ê Tebaxê de li Stenbolê berdewam kir û dê sibê di 8'ê Tebaxê de li Wanê bidome. Nobeta sibê Wan dewir bike dê bi axaftina Komcivîna Meclîsê ya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay dest pê bike. Li Wanê dê hefteyekê nobet bidome. Wekîlên HDP'ê Osman Baydemîr, Nadîr Yildirim, Lezgîn Botan, Bedîa Ozgokçe, Alî Atalan, Adem Geverî, Kadrî Yildirim, Nîhat Akdogan, Meral Daniş Beştaş, Mehmet Emîn Adiyaman, Mehmet Alî Aslan, Dîlek Ocalan dê tev li nobetê bibin. Nobet dê li Parka Aştiyê ya Musa Anter pêk bê. Têkildarî nobeta sibê li avahiya HDP'ê ya Wanê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Di civînê de Hevseroka HDP'ê ya Wanê Gulistan Orhan, Hevseroka DBP'ê ya Wanê Çetin Ergun Endama Meclîsa HDP'ê Zelal Karakaya amade bûn. Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgin Botan, diyar kir ku darbeya esasî di 20'e tîrmehê de îlana OHAL’ê ye û wiha got: "HDP li dijî polîtîkayên îkîtarê yên dijdemokratîk têdikoşe. Tevî ku nobet asteng kirin jî rasî eleqeyek mezin hat. Partiya me hêza xwe ji gel û gel hêza xwe ji partiya xwe digire. NOBET DE LI PARKA MUSA ANTER PÊK BÊ Botan anî ziman ku sibê saet di 12.30’an de dê Nobet li Parka Aştiyê ya Musa Anter pêk bê û wiha got: "Civîna Koma partiya me dê li parkê pêk bê. Rêveberên me, nûnerên saziyên me, parazvanên mafên mirovan û gelê me dê beşdar bibe. Gelê me dê saet 11.00’an de heyeta HDP'ê pêşwazî bike. Em dê sibê nobetnê dewir bigirin. Divê hemû kesên wîcdan, edalet û demokrasiyê dixwazin piştgiriyê bidin nobetê. Nobet ji bo 80 milyon kesên rastî zilmê û neheqiyê tên e." Parlamenterê HDP'ê Mehmet Ali Aslan jî ani ziman ku kesên hatine hilbijartin dîl hatine girtin û wiha go:"Siyasetmedar, rojnameger û akademîsyen tev dîl hatine girtin. Me ji bo 80 milyon miroven li Tirkiye rastî zilmê tên nobet dandestpêkirin. Çalakiya HDP'ê cirûşkên pêşerojê ronî bikin e. 115 salin hişmendiya dewleta zorê serdest e. Ev nobet destpêk e. Em sibê saet di 11.00’an heyeta xwe ya bên cihê nobetê bi girseyî pêş wazî bikin û em tev li nobeta Parka Musa Anter bibin."