Bi hezaran dar dê bi hinceta ‘ewlehiyê’ bên birîn 2017-08-07 14:14:20 MÊRDÎN – Bi hezaran darên li ser rêya Mêrdîn û Stewrê dê bi hinceta “ewlehiyê” bên birîn. Li ser rêya bejahiyê ya di navbera Mêrdîn û Stewrê de nêzî dêrijahiya bi nêzî 35 kîlometre ku bi hezaran dar lê hene ji bo birîna van daran ji keyayên gundên herêmê re teblîxat hat şandin. Di rojên bihûrî de ev teblîxat ji aliyê Walîtiya Mêrdînê ve hat şandin. Ji gundiyan hat xwestin ku wek karkerên daristanan bi meaş di birîna daran de cih bigirin. Bi taybetî li Gêdûka Hopê li ser rêya bejahiyê bi hinceta “ewlehiyê” darên dê bên birîn rastî nerazîbûna gundiyan hat. Teklîfa teblîxatê ji aliyê gundiyan ve hat redkirin û li heman herêmê li gel herêma çiya bi hezaran erdên çandiniyê hene. Hat zanîn ku li herêma dê dar bên birîn liv û tevgera leşkerî zêde bûye.