Taşçier: Heta kongre kom bibe xebatê bidomin 2017-08-08 09:14:22 AMED - Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier ku li Silêmaniyeyê tevlî komcivîna kongreya neteweyî ya ku KNK'ê pêk anî bû, anî ziman ku dê ji niha û pê ve jî li Tirkiye, Îran, Rojava, Ewropa û Silêmaniyeyê komcivîn bên lidarxistin û bi van komvicînan re lingê duyemîn ê yekîtiya neteweyî ya kurd temam bikin. Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK), ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd û civîna kongreya neteweyî di 15-16'ê Tîrmehê de li Silêmaniyeyê komcivîn pêk anî. Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier ku li Silêmaniyeyê tevlî komcivîna kongreya neteweyî bû, der barê komcivînê û xebatên ku bên kirin de axivî. ‘KOMCIVÎN GAVEK BÛ' Taşçier, anî ziman ku ev komcivîna ku beriya kongreya netewî hat lidarxistin gavek bû wiha got: "Ji bo kurdan talûkeya sereke perçebûyîna siyasî ye. Heke kurd vê perçebûnê ji holê rabikin û yekîtiya xwe ya netewî ava bikin, dê hemû talûkeyan ji holê rabikin û hem jî li hemû perçeyan li gor xwe statuyên xwe bi dest bixin û bigihên azadiyên xwe." Taşçier, diyar kir ku ev gav bi awayekî hêzdar hatiye avêtin û wiha axivî: "Jixwe rabirdûyeke komcivîna li Silêmaniyeyê hebû. Di sala 2013'an de ji bo kongre bicive gaveke zaf girîng hatibû avêtin, lê bi encam nebû. Niha ev gavên biçûk jî ji bo dubare kombûna kongreyê ne. Bang li kurdên li her çar perçeyên Kurdistanê û dîasporayê hat kirin. Di vê çarçoveyê de komcivîn hatin lidarxistin. Heycaneke mezin hebû. Di pêvajoyeke wisa zehmet de kurd yekîtiya xwe diaxivin. Ev bû cihê dengdayîneke mezin. Di vî warî de hêviya her kesî hebû." ‘DIVÊ KURD DI VÊ SEDSALÊ DE BIBIN YEK' Taşçier, dest nîşan kir ku nêrîna hevpar a hemû saziyên beşdarî komcivînê bûn ev bû: "Divê di vê sedsalê de kurd bibin yek." Taşçier, dest nîşan kir ku heke kurd yekîtiya xwe çêbikin dê ew pirsgirêkên bi sedan salî bên çareserkirin û wiha domand: "Li Rojhilata Navîn kurd hêzeke cidî ne. Lê fikra serdestan a 'Kurd perçekirî ne, em bêtir kurdan ji hev dûr bixînin' serwer e. Êdî dem hatiye ku ev hemû li valahiyê bên derxistin. Ji bo vê jî yekîtî divê. Divê kurd reflekseke hevpar nîşan bidin. Di komcivînê de tekane rojev peydakirina yekîtiyê bû. Ji bo kesên beşdar nebûne dê xebat bên meşandin. Divê her kes daxilî vê yekîtiyê bibe. Dê her kes her kesî qanih bike. Luksa ku tu kes li derveyî vê bimîne tune ye." Taşçier, da zanîn ku PDK wek partî tevlî komcivînê nebûye, lê belê gelek PDK'yî bi awayekî şexsî tevlî komcivînê bûne. Taşçier, got ku li Başûr partiyên wek YNK û Goranê bi temamî tevlî komcivînê bûne. Taşçier got ku ev komcivîn ji bo destpêkê komcivîneke girîng e. ‘EM Ê BI KOMCIVÎNAN GAVA DUYEMÎN TEMAM BIKIN' Taşçier wiha axivî: "Rê û rêbazên yekîtiya netewî, ji bo pêkanîna yekîtiya netewî girîng in. Ji ber vê yekê divê ev mijar hem ji aliyê partiyên siyasî ve hem jî ji aliyê rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, hunermend, mirovên oldar, rûspî û jinan ve bi awayekî berfireh bê nîqaşkirin. Ji bo vê dê li Kurdistana Bakur, Rojava, Ewropa, Kurdistana Rojhilat û Kurdistana Başûr xebat bên birêvebirin. Encamên ku li perçeyan bi dest ketin, dê bi komcivînên li hemû parçeyan û Ewropayê gava duyemîn bê temamkirin. Heta ku kongre kom nebe dê xebat berdewam bin. Bi tu awayî devjêberdana ji kongre û yekîtiyê tune ye. Em ê li hin deveran bi konferansan li hin deveran jî bi komcivînan xebatên xwe berdewam bikin. Heta ku em li xaleke hevpar negihên hev dê ev yek bidome." 'WELAT YEKÎTIYÊ NAXWAZIN' Taşçier, der barê zextên Îranê yên li ser YNK'ê û zextên Tirkiyeyê yên li ser PDK'ê ku ji bo yekîtî pêk neyê dikin de jî axivî û got ku di sala 2013'an de ji ber astengiyên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê kongre neciviya. Taşçier wiha axivî: "Belkî wê demê kurd li hemberî van hêzan nikaribûn li ber xwe bidin. Lê vê carê rewş zaf cuda ye û îro kurd dikarin li hemberî hemû dewletan li ber xwe bidin. Dê dîsa bi zext û zoriyan tevbigerin, lê em ê bi biryardarî tevbigerin." ‘WISA BAWER DIKIM KU DÊ BI SER KEVE' Taşçier, dest nîşan kir ku komcivîna ku dê li Tirkiyeyê bê lidarxistin jî zaf girîng e û wiha axivî: "Li Tirkiyeyê ji bo lidarxistina komcivînekê daxwazeke zêde heye. Çimkî bi piranî her kes doza yekîtiyê dike. Ji ber vê yekê xebat bi biryardarî tên birêvebirin. Ev car çi dibe bila bibe wisa bawer dikim dê xebatên kongreyê bi ser kevin. Kurd êdî bêyî yekîtiyê nikarin û vê yekê baş dizanin."