Tîşortên li girtîgeha Edirne kom kirin 2017-08-08 11:48:35 STENBOL – Li Girtîgeha Tîpa F a ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş jî lê girtî ye, bêyî tu hincetan nîşan bidin hemû tişortên li girtîgehê kom kirin. Piştî Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan daxuyaniya "yek cil" xist rojevê û niqaş kir rayedar ji girtiyan dixwazin cilên yek reng û tîp li xwe bikin. Li Girtîgeha Tîpa F a ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş jî lê ye, bêyî tu hincetan nîşan bidin hemû tişortên li girtîgehê kom kirin. Prz. Serhat Çakmak, piştî li girtîgehê muwekilê xwe ziyaret kir diyar kir ku gardiyan li odeyan geriyane û hemû tîşortên ku nivîsên biyanî li ser nivîsandine yek bi yek kom kirine.