Qeyûm qada Newrozê ji îmarê re vekir 2017-08-08 12:55:26 ÊLIH – Qeyûmê Şaredariya Êlihê qada Newrozê ji bo çêkirina fuarê ji îmarê re vekir. Qeyûmê Şaredariya Êlihê Ertug Şevket Aksoy, bi salane ku qada Newrozê ya li kêleka Otogara Navbajaran gelê Êlihê Newroz pîroz dikir ji îmarê re vekir. Hat gotin ku dê di rojên pêş de vê qadê ji îmarê re vekin û fuar li vir bê çêkirin. Ji niha ve makîneyên kar lê dan xebitandin û micûr belav kirin. Ev qada Newrozê li ser 38 hezar metrokare hatiye avakirin û hat gotin ku dê bikin fuar. Qeyûm îdia kir ku dê li vê qada fuarê çalakiyên çandî, cotkarî û hunerî bên lidar xistin. Qada ku dê bikin fuar rastî nerazîbûnê tê û tê axaftin ku dê qada ji fuarê re hatiye vekirin radestî mulkiyeta taybet bikin û dê bibe qada rantê.