Çapemenî nexistin qada Nobeta Wîcdan û Edaletê 2017-08-08 13:33:35 WAN - Polîsan, xebatkarên çapemeniyê nexistin qada Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê ku li Parka Aştiyê ya Musa Anter dane destpêkirin. Polîsan, di meşê de 2 welatî binçavkirin û destûr neda welati jî nêzî parkê bibin. Wekîlên HDP'ê piştî nobeta Wîcdan û Edaletê ya li Amed û Stenbolê bi dawî kir, li Wanê dest bi nobetê kir. Polisan beri wekîlê HDP'ê dest bi nobetê bigirin avahiya HDP'ê bi TOMA, maşinê zirxî û hêzên çevîk dorpêç kir û destûr neda girse nêzî avahiya HDP'ê bibe. Dema welatiyekî silogana "Bijî edalet û wîcdan" berz kir ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Piştre Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir jî di navde wekilên HDP’ê meşiyan Parka Aştiyê ya Musa Anter. Polîsan gefa "Li çepikan nedin" li welatiyan xwar. Lê welatiyan guhdar nekir û li çepikan dan û wekîl peşwazî kirin. KARTA ZER A ÇAPEMENIYÊ XWESTIN Wekîl piştî çûn parkê derbasî qada nobetê ku bi bariyeran hatiye dorpêç kirin bûn. Polîsan bi hinceta karta zer a çapemeniyê tune destûr neda xebatkarên çapemeniyê derbasî hundir bibe. Welatiyên ku dixwazin nêzî parkê bibin jî ji aliyê polîsan ve tên dûrxistin.